Meclîsa Giştî rêziknameya Desteya Hundirîn erê kir

Rêziknameya Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xwese a Bakur û Rojhilatê Sûriyê aliyê hemû endamên meclisê hate erêkirin.

Meclîsa Giştî rêziknameya Desteya Hundirîn erê kir
17 ÇILE, 2019   15:53

GIRÊ SPÎ

Meclisa Giştî ya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî li avahiya meclisê ya li navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî lidar xistin. Hevserokên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo û Ferîd Etê, hemû endamên meclisê û hevserokên Desteya Hundirîn Hêvî Mustefa û Elî Heco di civînê de amade bûn.

Di civînê de rewşa siyasî hatin nirxandin, êrîşa terorîst a duh li bajarê Minbicê pêk hatibû hate şermezarkirin, hate gotin ku êrîş bi armanca têkbirina ewlehiya herêmên hate kirin.

Piştre, rêziknameya Desteya Hundirîn ku ji 11 madeyan pêk tê ji aliyê Dîwana Hevserokatiya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hate xwendin.

Li gorî nîqaş û pêşniyaran û bi erêkirina hemû endamên meclisê madeya 8 an hate guhertin. Li gorî wê Hêzên Sotor li " Buroya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Asayîşê" hate zêdekirin.

Di dawiya civînê de rêzikname ji aliyê hemû endamên meclisê ve hate erêkirin.

Meclîsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê civîna bê di 22‘ê vê mehê de li dar bixîne ta rêziknameyên desteyên din werin amadekirin.

ANHA