Malbatên şehîdên teqîna li Minbicê banga hesabxwestinê kirin

Malbatên qurbaniyên teqîna duh li bajarê Minbicê pêk hatibşû bi kiryarekî hovane û newêrek wesif kirin û banga hesabxwestina sûcdaran kirin.

Malbatên şehîdên teqîna li Minbicê banga hesabxwestinê kirin
17 ÇILE, 2019   14:35

MINBIC

Ji bo sivîlên di teqîna duh a li Minbicê de jiyana xwe ji dest dan konên sersaxiyê li pêşiya malên wan hatin vedan. Di merasîmê de wekî Ajansa Nûçeyan a Hawarê me nêrînên malbatên qurbaniyên teqînê girtin.

Enes Xelef ji gund Qeraaya Biçûk,kurê apê şehîd Yansir ê di êrîşa duh de şehîd bibû, êrîşa xwekuj bi kiryareke hovane û newêrek bi nav kir û got "Ev êrîş hovane û newêrek e, ji ber ku sivîl, jin û zarok kirin hedef. Ma gunehê sivîlên ku diçûn ser karê xwe çiye mane ji bo pariya nanê xwe peya bikin, gelo gunehê zarokan çi ye ku ji dibistanên xwe vedigeriyan."

Welatiyê bi navê Casim Mihemed Xilêf ê ji gundê Şêx Tabiş ji xizmên zarokê şehîd Reed Îsa êrîş şermezar kir û wekî kiryarekî sûcdar wesif kir û got "Gunehê van zarokan çi ye ku bibin qurbaniyên suçên DAIŞ û alîgirên wan."

Di dawiya axaftina xwe de Xilêf bang li aliyên têkildar kir ku kesên di destê wan di êrîşê de hebin eşkere bikin û hesab ji wan bixwazin.

ANHA