Li Minbicê tîma agirkujiyê şewata li malekê vemirand

Tîma agirkujiyê bi hevkariya Hêzên Hundirîn agirê ku bi maleke li nêzî Çerxerêya El-Sebeh Behrat a bajarê Minbicê ketibû, vemirand.

Li Minbicê tîma agirkujiyê şewata li malekê vemirand
Li Minbicê tîma agirkujiyê şewata li malekê vemirand
Li Minbicê tîma agirkujiyê şewata li malekê vemirand
17 ÇILE, 2019   12:13

MINBIC

Li nêzî Çerxerêya El-Sebeh Behrat a bajarê Minbicê agir bi malekê ket û tîma agirkuj çû cihê bûyerê û agir vemirand.

Bi hevkariya Hêzên Hundirîn, tîma agirkujiyê li ser agir hakim bû û nehişt bigihîje malên derdorê, her wiha li gorî agahiyan sedema pêketina agir sobe ye.

Di encama şewatê de ziyanên madî çêbûn.

ANHA