`Erdogan Kurdan bi navê îslamê qetil dike!’

Oldarê misilman Elî Yildiz ku ji ber zilma dewleta Tirk a dagirker ji bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûye û niha jî tev li konê mertalên zindî yê Kobanê bûye, wiha got: “Îslamê tu carî maf nedaye ku Erdogan ziman û hebûna gelekî ku dixwaze axa xwe biparêze û rojane ji bo parastina axa xwe şehîdan dide, tune bike. Erdogan bi navê îslamê Kurdan qetil dike.”

`Erdogan Kurdan bi navê îslamê qetil dike!’
17 ÇILE, 2019   12:22

ŞÎRÎN MIHÊDÎN - STÊRA NEBÎ / KOBANÊ

Çalakiya konê mertalên zindî ya Kobanê ku li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye vedan, di roja xwe ya 31’an de berdewam dike. Li gel rewşa hewa ya nebaş jî bi sedan şêniyên Kobanê tev li çalakiyê dibin.

Yek ji van kesên ku tev li berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk dibin jî oldarê îslamê yê bi navê Elî Yildiz e. Elî Yildiz ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk a dagirker berê xwe daye rojavayê Kurdistanê. Yildiz gefên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û wiha got: “Di aliyê şerîatê de jî zilm û zordariyê li ser gel, jin û zarokên me dide meşandin, şaş e.”

Elî yildiz anî ziman ku Erdogan dibêje ez ne dijminê Kurdan im lê ne rast dibêje û wiha pê de çû: “Eger ne dijminê Kurdan bûya, zimanê 30 milyon Kurdên li Bakur qedexe nedikir. Ev qas sal li ser serokê mirovahiyê Abdullah Ocalan tecrîd ferz nedikir. Ji berê ve di dîrokê de nivîsiye ku Tirkiye dijminê Kurdan ê herî mezin e.”

‘Erdogan qala îslamê dike, lê hîn pirtûkeke xwe ya îslamê tune ye’

Yildiz wiha got: "Erdogan qala ol û îslamê dike, lê hîn pirtûkek xwe ya olê tune ye. Ew tiştê dike, Quran kiryarên wî yên dibêje ‘Ez ê Kurdan tune bikim’ û zexta li ser Kurdan qebûl nake.”

Yildiz diyar kir ku Erdogan dibêje “Ez ê PKK û YPG’ê tune bikim”, lê ne rast e ji ber ku Erdogan dixwaze hemû Kurdan tune bike û wiha got: “Îslamê tu carî maf nedaye ku Erdogan ziman û hebûna gelekî ku dixwaze axa xwe biparêze û rojane ji bo parastina axa xwe şehîdan dide, tune bike.”

Elî Yildiz destnîşan kir ku Erdogan tu caran nikare Kurdan tune bike û wiha axivî: “Ji ber ku ev herêm ên Kurdan in. Gelê Kurd her tim parastina axa xwe kirine. Ji ber vê jî Kurd hatine vê astê û gelek destkeftî bi dest xistine. Ji ber wê jî Erdoganê terorîst re dibêjim bila dîroka Kurdan baş bixwîne. Bila zanibe ku Kurd çawan li mafê xwe derketine.”

‘Erdogan her tim li ser Kurdan komkujî pêk anîne’

Oldarê îslamê Yildiz di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Li Dêrsimê 90 hezar Kurd qetil kirin. Li Qamişlo nêzî 70 hezar şoreşgerên Kurd kuştin. Bila Erdogan qet nefikire ku dê ol vê yekê jê re berde. Eger bi ol û îslamê mabe em ê terorîstê Erdogan tune bikin.”

ANHA