MSD`ê ji Amerîkayê re sersaxî xwest

Hevserokatiya MSD’ê ji ber ku 4 leşkerên Amerîkayê di teqîna Minbicê de jiyana xwe ji dest da, sersaxî ji Amerîka û serokê wê Donald Trump re xwest.

MSD`ê ji Amerîkayê re sersaxî xwest
17 ÇILE, 2019   09:48

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), têkildarî teqîna xwekuj a ku duh li Minbicê pêk hat û di encamê de 15 kesan ku 4 ji wan leşkerên Amarîkayê bûn, jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek da. MSD’ê di peyamê de sersaxî ji gelê Amerîka û serokê wê Donald Trump re xwest.

MSD’ê sersaxî ji gelê Amerîkayê re xwest û wiha got: “Dema şervanên DYA`yê ji bo aştiya cîhanê û tunekirina rêxistina DAIŞ’ê erkê xwe pêk dianîn, şehîd bûn. Divê ev hevalbendiya me li dijî rêxistina terorê berfireh bibe û heta dawiya rêxistina terorê bê, berdewam bike.”

(bx/bm)