Mijarên îro yên çapemeniya erebî

Rojnameya El-Ereb têkildarî teqîna li Minbicê destnîşan kir ku dike ku Tirkiye û Îran sûdê jê werdigirin. Cîgirê serokê Amerîkayê jî got ku ew ê li herêmê bimînin.

Mijarên îro yên çapemeniya erebî
17 ÇILE, 2019   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî der barê teqîna li bajarê Minbicê, agirbesta Yemenê, hilbijartinên Tirkiyê û derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê de rojevên xwe diyar kirin.

Şerq El-Ewset: Kuştina leşkerên Amerîkayê mijara vekişîna ji Sûriyê dixe ezmûnê

Di mijara Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewset der barê teqîna li bajarê Minbicê de wiha nivîsî: "Teqîna ku duh li bajarê Minbicê yê bakurê Sûriyê û di encamê de leşkerên Amerîkayê û hin sivîl hatin kuştin, ji bo biryara serokê Amerîkayê Donald Trump a vekişîna ji Sûriyê, bû ezmûnek.

Cîgirê serokê Amerîkayê Mike Pence diyar kir ku welatê wî ji bo tunekirina DAIŞ`ê şer dike û got em ê li herêmê bimînin, em ê şer dewam bikin ku careke din DAIŞ nikaribe serê xwe derxe."

El-Ereb: Kî teqemeniyan wek nameyan dişîne Minbicê?

Di heman mijarê de rojnameya El-Ereb pirsî ka kîjan alî sûdê ji vê teqînê werdigire û wiha got: "Teqîna ku li bajarê Minbicê li dijî leşkerên Amerîkayê pêk hat, gelek pirsan berz dike ka kîjan alî bi rêya teqemeniyan nameyan didin Amerîkayê, li bajarê ku cihê nakokiyên di navbera Tirkiye, Amerîka û Tirkiye û Kurdan de ye."

Rojname wiha pê de çû: "Tirkiye dê vê derfetê bi kar bîne da ku bibêje amerîkiyan ka herêmê bidin me û em ê terora Kurdan a baş û terora DAIŞ`ê a xirab tune bikin. Hema yekser serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan soz da ku dê DAIŞ`ê tengav bikin."

Li gorî rojnameyê Ev teqîn dê hincetekê bide Îranê ku xwe wekî li dijî terora li Sûriyê pêşkêş bike, jixwe ew digere ku li şûna Amerîkayê li Sûriyê bimîne. Rojnameyê wiha nivîsand: “Eger hêzên Amerîkayê yên Sûriyê li baregehên xwe yên rojhilatê Feratê bimînin, dê mijara çareseriya Sûriyê vegere nuqteya sifrê û dibe ku lihevhatinên Astanayê yên di navbera Rûsya, Tirkiye û Amerîkayê de jî têk biçin."

 El-Ereb: Hikûmeta Iraqê ji pevçûneke ku Îran hewl dide pêk bîne, xwe dide alî

Di mijara Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî diyar kir ku ji sedî 25 hêzên biyanî ku piraniya wan amerîkî ne, di nava sala 2018`an de ji Iraqê derketine.

Rojname wiha pê de çû: "Hikûmeta Iraqê ku hîna nû ye, hewl dide ku xwe ji “pevçûneke" navxweyî bide alî. Mijara vê pevçûnê jî hebûna leşkerî ya Amerîkayê li ser axa Iraqê ye ku hin komên şîe yên nêzî Îranê hewl didin vê mijarê bixin rojevê. Her wiha piştî ku hate gotin dê Amerîka li şûna Sûriyê hebûna xwe ya li Iraqê bi hêz bike. Li gorî çavdêran serokwezîr Ebdilmehdî nikare bi amerîkiyan re bikeve rikberiyê."

El-Heyat: Partiya Erdogan dibe ku meclisên gelek bajaran winda bike

Di mijara hilbijartinên Tirkiyê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsî: "Piştî desthilatdariya 18 salan, dibe ku Partiya Edalet û Pêşxistinê (AKP) ya bi serokatiya serokkomarê Tirikyê Recep Tayyîp Erdogan, meclisên hin bajarên mezin ji dest xwe winda bike, di hilbijartinên şaredariyan de ku dê di 31`ê Adara de bêne bêne lidarxistin."

Ajansa Reutersê li ser zimanê hin çavkaniyan tu encamên ankêtan hundirîn diyar dikin ku piştgiriya AKP`ê bi Qasî ji sedî 32-35 kêm bûye."

Çavaniyan da zanîn ku dibe partiya AKP`ê paytext Enqereyê winda bike, her wiha li Stenbolê jî rikbiriyeke mezin heye."

Şerq El-Ewlset: Ji bo hêza çavdêriyê li Yemenê biryara navdewletî

Di mijar yemenê de rojnameya El-Şerq El-Ewlset nivîsî "Duh Netewyên Yekbûyî bi piraniya dengan biryara 2452 a di der barê avakirina şandeyeke navdewletî ji bo piştgiriya agirbesta Yemenê, erê kir. Li gorî biryarê dê hijmara çavdêrên navdewletî bibe 75 kes ji bo dema destpêkê ya 6 mehan, ev çavdêr dê agirbesta li bajarê Hudeyda û bendera wê bişopînin û gihiştina alêkariyên mirovî bo nêzî 20 milyon yemeniyên li ber birçîbûnê ne hêsan bike.

Biryar ji aliyê Brîtaniyayê be hatibû amadekirin da ku çavdêrên navdewletî karibin agirbesta ku 18`ê berfanbarê destpê kir bişoînin. Ji xwe niha 15 çavdêrên navdewletî li Ymenê hene bi fermandariya Generalê Holandî Patric Komart."

El-Ereb: Gelo mijara Brexitê dê bi derketina bêlihevhatin pêk bê

Li ser mijara derketina Brîtanya ji Yekitiya Ewropayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Piraniya endamên parlemana Brîtanyayê mijara peymana derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê (Brexit) nepejirandin, ev jî ji bo serokwezîra Brîtanyayê Theresa May têkçûneke mezin bû. Tevî ku ev têkçûn dihate payin jî, lê gelek gengeşî çêkir û welat ber tevliheviyê ve bir, ji xwe ji bo dema derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê tenê 10 hefte mane. Nepejirandina peymanê dê çarenûsa May diyar bike û dê mijara pêşeroja Brîtanya û Yekitiya Ewropayê vegerîne pêvajoyên destpêkê."

(k)