Oldarên Hesekê: Tirkiye bi navê îslamê komkujiyan pêk tîne

Oldarên îslamî yên Hesekê gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha got: "Em welatê xwe diparêzin, me êrîşî tu kesî nekiriye. Em ne mîna dewleta Tirk in ku îslamê îdia dike û di heman demê de komkujiyan li ser gelên Sûriyê pêk tîne.”

Oldarên Hesekê: Tirkiye bi navê îslamê komkujiyan pêk tîne
17 ÇILE, 2019   07:44

NESRÎN ELΠ /HESEKÊ

Bertekên gelê herêmê yên li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Oldarên îslamî yên Hesekê, diyar kir ku ew dagirkeriya Tirk napejirînin û destnîşan kir ku gelê Sûriyê gelekî dilxwaz e û gefên dewleta dagirker, hevgirina wan û sekna li hember dagirkeriyê xurttir dikin.

Endamê Yekitiya Oldaran Şêx Ebû Enwer El-Qadirî gefên dewleta dagirker nirxandin û wiha got: “Em hemû şêniyên vî welatî ne. Em bi hemû pêkhateyên xwe di bin sîwana biratiya gelan de dijîn. Me bi jiyaneke hevpar, mozaîkek neqişandiye.”

 ‘Jiyana hevbeş a gelên Sûriyê nakeve bin berjewendiyên Tirkiyê’

El-Qadirî destnîşan kir ku armanca Tirkiyê têkbirina tevna civakî û çandî ya pêkhateyên gelê Sûriyê û jiyana hevbeş e. El-Qadirî diyar kir ku ev jiyan ne li gorî berjewendî û timayên Tirkiyê ne û wiha pê de çû: “Tirkiye dixwaze desthilatdariya xwe di axa Sûriyê de berfireh bike. Jiyana hevbeş a gelên Sûriyê nakeve bin berjewendiyên Tirkiyê. Em gefên Tirkiyê napejirînin.”

El-Qadirî gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Em ê hemû xaka welat û gel ji her dijminekî ku dixwaze dagirkeriyê bike, biparêzin. Em welatê xwe diparêzin, me êrîşî tu kesî nekiriye. Em ne mîna dewleta Tirk in ku îslametiyê îdia dike û di heman demê de komkujiyan li ser gelên Sûriyê pêk tîne.”

‘Gefên dagirkeriyê yekitiyê xurt dikin’

Emdamê Yekitiya Oldaran El-Mele Reşîd Celûd jî wiha axivî: "Em gefên li ser Bakur û Rojhialtê Sûriyê şermezar dikin. Em bang li tevahiya pêkhateyan dikin ku bi yekdestî li dijî êrîşên Tirkiyê bisekinin û em ji wan re dibêjin em şêniyên Sûriyê tu êrîşên li ser xaka xwe napejirînin."

Celûd di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Tu kes nikare gelê Sûriyê ji hev cuda bike, ji ber em yek in û em axa xwe diparêzin. Gefên Tirkiyê hevgirtina pêkhateyan û israra sekinandina li hember dagirkeriyê zêde dikin."

(dh/bm)

ANHA