Şêxê qebîleya Tay: Danûstandin dê rê li pêşiya dagirkirina herêmê bigirin

Şêxê qebîleya Tay a Ereb Hesen El-Ferhan destnîşan kir ku danûstandina di navbera MSD'ê û rêjîma Sûriyê de dê rê li ber Tirkiyê bigire ku hewl dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

Şêxê qebîleya Tay: Danûstandin dê rê li pêşiya dagirkirina herêmê bigirin
17 ÇILE, 2019   07:12

QAMIŞLO

Dagirkeriya Tirk bi rêya gefên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanc dike ku tevliheviyê û fitneyan di navbera gelên herêmê de derxe û şerekî navxweyî pêk bîne. Lê şêniyên herêmê tê gihîşt ku armancên Tirkiyê çi ne û tekez dikin ku ew ê bi yekrêzî li hember her êrîşeke ji derve bisekinin.

Şêxê qebîleya Tay Hesen El-Ferhan destnîşan kir ku gefên Tirkiyê ne nû ne, lê belê şêniyên Sûriyê dikin hedef. Sûriye ji başûr heta bakur û ji rojhilat heta rojava ji şêniyên Sûriyê bi hemû pêkhate, çîn û baweriyên xwe ve pêk tê. Ji ber wê gefên Tirkiyê li dijî herêmê ne tenê gelê Kurd lê belê gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve armanc dike.

El-Ferhan wiha domand: "Şêxên qebîleyan an jî rûspî beriya her tiştî rewşeke civakî ye. Ji ber ku êl û eşîr beriya hikumet, dewlet û partiyan di dirêjahiya dîrokê de ava bûne. Ew beşeke vê şaristaniyê ne. Ji ber wê wek şêxên êlan ji me tê xwestin ku em stratejiyeke gihaştî ji van partî û dewletan re xêz bikin da ku em taybemendiyeke şaristanî bidinê."

El-Ferhan redkirina xwe ji hemû kongre û komxebatên ku li derveyî Sûriyê li dar dikevin, wiha rave kir: "Dema tu li herêmê bî, wê demê tu barê mezin ê gefan hildgirî ser xwe û ji mafê te ye ku wek şêniyek Sûriyê biaxivî. Lidarketina kongre û komxebatan li derveyî Sûriyê bi navê gelê wê, ev tişt nayê qebûlkirin."

El-Ferhan tekez kir ku qebîleya Tay dê li rex hemû kesên ku çek rakin û xaka welat biparêzin, bisekine. Ji ber ku li gel qebîleyê gelek enerjiya ciwanan heye û li rex tevahiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Suryan û êlên din fedakarî dane.

El-Ferhan bal kişand ser ku teror tu cudahiyê naxe navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din. Ji ber wê YPJ, YPG û QSD'ê ji zarokên pêkhate û êlên herêmê ava bûne, bi hezaran şehîd dane û karîn terorê ji herêmê biqewirînin.

Di nav gotinên xwe de El-Ferhan bang li şêniyên herêmê kir û wiha got: "Divê em erka wan ciwanên li eniyên şer bînin cih ku zêdetirî 300 km ji malên xwe dûrketine û şerê terorê dikin. Ev dûrbûn îsbata herî berbiçav a têgihîştina gel e û dixwaza wan tunekirina terorê ye."

Di dawiyê de El-Ferhan wiha got: "Îro divê rijandina xwîna gelê Sûriyê bê sekinandin. Divê danûstandin di navbera QSD'ê û rêjîma Sûriyê de pêk were, ji ber ku ew mîsogeriya tekane ya parastina herêmê û stratejiya bingehîn a şerê tunekirina terorê ye. Her wiha ji bo em derfet nedin Tirkiyê yan jî dewletên din ku dixwazin welatê me têk bibin."

(şx)

ANHA