‘Xetere gefên Tirkiyê bi xwe ne, Tirkiyê li ewlekariya çi digere?’

Sekreterê giştî yê PDKS’ê Cemal Şêx Baqî destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê şervanên YPG/YPJ’ê ewle bûne û wiha got: “Metirsiya herî mezin ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gef û êrîşên dewleta Tirk in ku armanca wan ji ewlehiyê dagirkerî ye.”

‘Xetere gefên Tirkiyê bi xwe ne, Tirkiyê li ewlekariya çi digere?’
17 ÇILE, 2019   06:53

MÛRADA KENDA – SILAVA EBDIRAHMAN / QAMIŞLO

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) Cemal Şêx Baqî têkîldarî “herêma ewle” ku ji aliyê serokê Amerîkayê Donald Trump ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêşniyarkirin û daxuyaniyên Tirkiyê yên der barê “herêma ewle” ji ajansa me re axivî.

Şêx Baqî di destpêka axaftina xwe de diyar kir di çarçoveya nîqaşên li ser herêmeke ewle de tiştê ku serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje û tiştê ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker dibêje ji hev cuda ne û wiha dewam kir: “Heta niha Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser mijara herêmeke ewle nîqaş nekirine. Ji aliye Erdogan ve wateya herêmên ewle di bingehê xwe de dagirkerî ye. Parçeyek mezin ji Sûriyê dagir bike ji armanca Erdogan e. Ev armanc yek bi vegerandina sînorên Misak-î Millî ye, du jî tunekirina pergala neteweya demokratîk e. Her wiha demokratîkbûna Sûriyê ne li gorî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker e. Li ser wan xwestek û armancan dagirkeriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digirin.”

‘Armanc temamkirina projeya dagirkeriyê ye’

Şêx Baqî destnîşan kir ku piştî dagirkirina Efrînê, Idlib, Cerablus, Ezaz û Babê niha jî bi hin hincetan dixwazin wan herêmên din jî dagir bikin û wiha dewam kir: “Ew daxuyaniya Erdogan ji dagirkeriyê ne dûr e û li ser esasê temamkirina projeya dagirkeriyê ye. Em jî li hember wan projeyên Erdogan bi tundî bisekinin.”

Gefên Tirkiyê xetereya sereke ne

Şêx Baqî di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: “Xeterî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebûna çeteyên Tirkiyê bû. Niha herêm bi destê şervanên YPG/YPJ’ê hat rizgarkirin. Niha jî heta Dêrazorê jî herêm bi desê şervanên QSD’ê tên rizgarkirin. Ev hemû herêm ewle ne, Tirkiyê li ewlekariya çi digere?

Ji bo wan herêman tunebûna dagirkeriya Tirkiyê pêwîst e. Metirsiya herî mezin ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê Tirkiye ye.  Ev herêm ji giştî Sûriyê ewletir, demokratîktir û aramtir e. Xetereya heyî ya dewleta Tirk a dagirker e ku cîhan giştî vê dizane. Dema ku serokê Amerîkayê Donald Trump  mijara herêmeke ewle anî rojevê, di çarçoveya gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêşniyar kir. Daxuyaniya dewleta Tirk ne ji bo ewlekariyê  ye, ji bo dagirkeriyê ye. Heya dawiyê em ê li dijî daxuyaniya dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya herêmeke ewle de bin. Ew xwestek û hincetên dewleta Tirk a dagirker tu carî nayên pejirandin.”

‘Divê herêm ji balafirên şer bê parastin’

Şêx Baqî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze wan herêman bê ewle bike û ev li nirxandinên xwe de zêde kir: “Heger Meclisa Ewlehiyê dixwaze ev herêm ji çavsorî û gefên Tirkiyê parastî bimîne, pêwîst e ezman ji balafirên şer biparêze.”

‘Peyama Tirkiyê ji ewlebûnê tunebûna gelan e’

Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heger bi destê dewleta Tirk a dagirker herêmeke qaşo ewle were avakirin, li ser pergala neteweya demokratîk û herêmên rizgarkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetere dê çêbe û wiha got: “Her wiha rewşek cuda dê pêk were û ev herêm hemû tevlihev bibin. Ev jî metirsiyeke mezin e. Em nikarin tunebûna xwe qebûl bikin. Projeya dewleta Tirk a dagirker li ser herêmeke ewle ye, tunekirina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.”  

ANHA