Cenazeyê du welatiyên ku di êrîşa li Minbicê de şehîd bûn gihaştin Kobanê

Ji welatiyên ku di teqîna li bajarê Minbicê de şehîd bûn, Hemze Şiyar û Weyso Faris ên ji bajarê Kobanê ne. Cenazeyê herduyan gihiştin nexweşxaneyên Kobanê.

Cenazeyê du welatiyên ku di êrîşa li Minbicê de şehîd bûn gihaştin Kobanê
16 ÇILE, 2019   18:20

KOBANÊ

Di êrîşa îro li kolana Sindis a li navenda bajarê Minbicê pêk hatî de 13 kes di nav de 3 leşkerî Amerîkayê û 2 şervanên alîgirên wan jiyana şehîd bûn.

Ji sivîlên di êrîşê de şehîd bûn, Hemze Şiyar ê ji gundê Piling û Weyso Faris ê ji gundê Xerab Rizê yên Kobanê ne.

Cenazeyê Hemze Şiyar û Weyso Faris gihaştin nexweşxaneyên bajarê Kobanê. Li vir ji aliyê sedan kesî ve hatin pêşwazîkirin.

Tê payîn ku cenazeyê herdu welatiyan di rojên pê de li Kobanê werin veşartin.

ANHA