Çalakiya jinan li Tebqayê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya Rêveberiya Jin a Tebqayê û Yekîtiya Jinên Ciwan bi dawî kir.

Çalakiya jinan li Tebqayê bi dawî bû
Çalakiya jinan li Tebqayê bi dawî bû
Çalakiya jinan li Tebqayê bi dawî bû
16 ÇILE, 2019   17:11

TEBQA

Rêveberiya Jin a Tebqayê û Yekîtiya Jina Ciwan bi armanca şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya 3 rojan li qada Geraca Giştî li paş sûka navendî ya Tebqayê çalakiya konvedanê dabû destpêkirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber Hind El-Elî, Komîteya Jin, Komîteya Hundirîn, Komîteya Parastin û Xweparastinê, Komîteya Çand û Hunerê û bi dehan şêniyên bajêr û gundewarê wê tev li çalakiyê bûn.

Di dirêjahiya 3 rojên çalakiyê de endamên komîteyên Rêveberiya Sivîl û malên gel tevî nûnerên Fermendariya Giştî ya QSD'ê serdana konê çalakiyê kirin. Gelek belgefîlimên girêdayî berxwedana jin û têkoşîna wê ya rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin pêşandan.

Di roja dawî ya çalakiyê de endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Yasmîn El-Mihemed axivî û rola jin a dîrokî ji bo rizgarkirina gelan destnîşan kir. Yasmîn wiha domand: "Ji xaka pîroz ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan, em ji cîhanê re û Erdogan re teqez dikin ku em dîrokê bi fedekarî û destanên xwe divîsin. Dîroka me bi xwîna şehîdan hatiye nivîsandin û dê kes nikaribe wê berovajî bike."

Di dawiya axaftina xwe de Yasmîn soza şopandina rêya şehîdan da û teqez kir ku ew ê têkoşîn û berxwedanê ji bo parastina xaka welat bidomînin.

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Meclisa Jin a El-Cirniyê Huda El-Esaf axivî û destîşan kir ku wan bi rêya çalakiya xwe rola mezin a jin di şkandina komployên ku herêmê dikin hedef, isbat kirine. Huda teqez kir ku ew ê çalakiyên xwe heta ku cîhan rastiyê bibîne bidomînin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina berxwedana jin dawî bû.

(şx)

ANHA