Leşkereke DYA û alîkarê wê jiyana xwe ji dest dan

Leşkereke DYA‘ê û alîkarekî wê ku di teqîna li Minbicê de birîdar bibûn, beriya çend kêliyan jiyana xwe ji dest dan.

Leşkereke DYA û alîkarê wê jiyana xwe ji dest dan
16 ÇILE, 2019   19:05

MINBIC

Di teqîna îro li bajarê Minbicê pêk hatibû de di nav de leşkereke DYA û alîkarekî wê birîndar bûn. Hate ragihandin ku beriya çend kêliyan leşkera Amerîkî û alîkarê wê jiyana xwe ji dest dan. Bi vê yekê hejmara leşkerên DYA‘yê yên di teqîna li Minbicê de jiyana xwe ji dest dan gihatin 4 leşkeran.

Li gorî kadroyên tenduristiyê yên nexweşxaneyên Minbicê ji bilî 3 kesan rewşa hemû birîndaran baş e û ji nexweşxaneyan hatin derxistin.

ANHA