Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şehîd Mensûr spartin axê

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo cenazeyê şervanê QSD`ê Mensûr El-Deham ê di 13‘ê Çileyê di Şerê Tinekirina Terorê de  şehîd bibû li goristana şehîdên Til Hemîsê hat veşartin.

Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şehîd Mensûr spartin axê
Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şehîd Mensûr spartin axê
Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şehîd Mensûr spartin axê
Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şehîd Mensûr spartin axê
Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şehîd Mensûr spartin axê
Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şehîd Mensûr spartin axê
Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şehîd Mensûr spartin axê
Şêniyên Til Hemîsê cenazeyê şehîd Mensûr spartin axê
16 ÇILE, 2019   16:45

QAMIŞLO

Şêniyên navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo ji bo oxirkirina cenazeyê şervanê QSD‘ê Mensûr El-Deham berê xwe dane bajarê Qamişlo, şêniyên cenazeyê şehîd ji Meclisa Malbatên Şehîdan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan a navçeya Til Hemîsê bi rê ketin.

Bi sedan şêniyan cenazeya şehîd Mensûr li goristanê bi siloganên "şehîd namire" pêşwazî kirin, hevalên şehîd darbest  rakirin û danîn ser dikê,  bi vî awayî merasîmê bi deqeyekê rêzgirtin û toraneke leşkerî ya şervanên QSD`ê dest pê kir.

Ji fermandarê QSD`ê Kemal Pîr axivî û sersaxiya malbata şehîd kir û li ser kesayeta şehîd Mensûr El-Deham a şoreşgerî û pirensîpa wî ya parastina welêt axivî û teqez kir ku şehîd Mensûr ji bo azadiya ax û gelê xwe canê xwe feda kir.

Pîr wiha domand: "Em ji mirinê natirsin, lê tirsa me ew e ku gelê me di bin zulma dijmin de bijî, em ji şer natirisin, ji bo azadiya gelê xwe em ê giyanê xwe didin."

Bi navê malbata şehîd xalê şehîd, Ehmed Silêman El-Nasir El-Deham axivî û got: " Şehîd Mensûr ne şehîdê yekê yê Cizîrê ye, bi hezaran şehîdan ji bo azadî, rûmetê û parastina gelê xwe, xwe feda kirin. Li ser vê bingehê em soz didin şehîd Nasir û tevahî şehîdan ku em li ser xeta wan bimeşin, wekî Rêberê Neteweya Demokratîk Abdullah Ocalan gotiye wê şehîd bimînin pêşengên me yên manewî."

Paşê jî nasnameya şehadetê ya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Şervanan cenazeyê şehîd hilgirtin ser milê xwe û di nava dirûşmeyan de spartin axê.

(dh)

ANHA