Sersaxî ji malbata şehîd Xidir El-Hisên re hate xwestin

Şêniyên navçeyên Tirbespiyê, Çil Axa û Til Koçerê sersaxî ji malbata şervanê YPG‘ê Xidir Ehmed El-Hisên re yê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Xidir El-Hisên re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Xidir El-Hisên re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Xidir El-Hisên re hate xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Xidir El-Hisên re hate xwestin
15 ÇILE, 2019   16:57

QAMIŞLO

Şervanên YPG, YPJ û Hêzên Asayîşê tevî sedan şêniyên navçeyên Tirbespiyê, Çil Axa û Til Koçerê herikîn bin konê sersaxiyê yê şervanê YPG‘ê Xidir Ehmed El-Hisên (Kawayê Hesinkar) ku li gundê Xezalê yê navçeya Til Koçerê hatibû venda û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Di bin konê sersaxiyê de merasîmek hate lidarxistin. Merasîm bi bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre ji fermandarên YPG‘ê Nûrhat Ciwan sersaxî ji malbata şehîd re xwest got "Şehîd mişeleya azadî û rûmetê ne, serkeftinên hatine bidestxistin û tinekirina terorê berhemên keda wan in."

Nûrhat Ciwan soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Bi navê Kongreya Star û Meclisa Mabatên Şehîdan ên Tirbespiyê û Til Koçerê jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hate xwestin, her wiha hat gotin ku gelê herêmê ji bo rizgarkirin û avakirina civakeke azad û demokratîk berdêlên giran dane.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

ANHA