Gerry Pederson û Welîd El-Muelim hevdîtin pêk anîn

Li gorî ajansa SANA‘yê Nûnerê navnetewî yê nû Gerry Pederson îro hevdîtin bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Muelim re pêk anî.

Gerry Pederson û Welîd El-Muelim hevdîtin pêk anîn
15 ÇILE, 2019   16:34

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Derve ya Rêjîma Sûriyê got, Welîd El-Muelim bi Nûnerê navnetewî yê nû Gerry Pederson îro sêşemê hevdîtin kir.

Di daxuyaniya Wezareta Derve de wiha domand: "El-Muelim ji mêvanê xwe re teqez kir ku Sûriyê ji bo serxistina erka wî ya danûstandina Sûrî-Sûrî bi armanca gihaştina çareseriyek siyasî ji aloziyê re ku dikeve xizmeta berjewendiya Sûriyê, dê hevkar be."

Ji aliyekî din ve ajansa SANA‘yê ya girêdayî rêjîma Sûriyê got: " Welîd El-Muelim Nûnerê navnetewî yê nû Gerry Pederson û şandeya pê re pêşwazî kirine. Di hevdîtinê de, çawaniya pêşxistina xebatên siyasî ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê û fikrên girêdayî prosesa siyasî hatine nîqaşkirin."

Nûnerê navnetewî yê nû Gerry Pederson vê sibehê ji paytexa Lubnanê Beyrûtê, gihatş Şamê.

(şx)

ANHA