Salvegera damezirandina Kongreya Star li Helebê hate pîrozkirin

Bi boneya salvegera 14'an a damezirandina Kongreya Star rêzeçalakî li bajerê Helebê  hatin lidarxisitn.

Salvegera damezirandina Kongreya Star li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina Kongreya Star li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina Kongreya Star li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina Kongreya Star li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina Kongreya Star li Helebê hate pîrozkirin
Salvegera damezirandina Kongreya Star li Helebê hate pîrozkirin
15 ÇILE, 2019   16:09

HELEB

Kongreya Star di 15'ê Çileya 2005'an de hate damezirandin. Girêdayî wê Kongreya Star a taxa Şêxmeqsûd a Helebê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînasyona Kongreya Star a taxê Nehla Mistefa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku jinan ji bo azadiya xwe ya ku ji aliyê pergalên dîktetor  ve hatibû çewistandin têkoşînê dike, rexmî hemû astengiyên li pêşiya wan derdikevin heya roja me ya îro xeta têkoşînê didomîne.

Di dewama daxuyaniyê hate destnîşankirin ku bi derketina fikr û felseya Rêber Abdullah Ocalan re ku  piştgiriya  da doza jinê, jinan karibûn ji nû ve cihê xwe vegerîne û rolek çalak di hemû waran siyasî, leşkerî, aborî û hwd de bilîze.

Hate gotin"Jinan xeta têkoşerên mîna Cansiz, Şîlan û Zîlan wek mişeleya azadiyê esas girtine, jin têkoşîna xwe domand heta gihaşt Şoreşa Rojava(şoreşa jinê) ya ku çirûska wê bi şehadeta Warşîn, Gulê Selmo, Arîn, Avesta û Barîn pêk ket ku ji tevahiya jinên cîhanê re bûn sembol."

Di dawiya daxuyaniyê de salvegera 14'an a damizrandina Kongreya Star li tevahiya jinan, Serok Abdullah Ocalan û malbatên şehîdan hate pîrozkirin û piştgiriya çalakiya Leyla Guven hate kirin.

Têkildarî heman mijarê koordînasyona Kongreya Star bi dehan jin û rêveberiya saziyên sivîl ên her du pêkhateyan di hola Efrîn de ya El-Şiqeyf civiya.

Hol bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdan, alên Kongreya Star, YPJ û YPG'ê hate xemilandin.

Piştî deqeya rêzgirtin endama koordînasyona Kongreya Star a Helebê Fatme Hesen axivî û rola jin di perwerdekirin û vegerandina rola xwe ya pêşeng di hemû warên jiyanê de destnîşan kir.

Fatme got: "Di dema êrîşên çeteyan li ser taxa Şêxmeqsûd, jinan li berxwe dan û zarên xwe ji bo parastina taxê feda kirin. Ev jî bi saya kedên Kongreya Star a perwerdekirina jinan bû."

Fatme teqez kir ku destkeftiyên ku kongreyê bi destxistiye berhemên fikr û felsefeya Ocalan bûn. Fatme destnîşan kir ku ew ê ji asta çalakiyên şermezarkirina tecrîdê û destekdayîna Leyla Guven bilind bikin.

Di dawiya axaftina xwe de Fatme berdewamkirina têkoşînê teaez kir.

Civîn bi gerandina xelekên govendê li ber stranên gelêrî yên Efrînê bi dawî bû.

(şx)

ANHA