Meşvanên Minbicê: Em dîroka Erdogan a reş ji bîr nakin

Meşvanên li Minbicê nerazîbûna xwe ji bo gefên Tirkiyê li ser bajarên wan û Bakurê Sûriyê nîşan da û bang li civaka navneteweyî û gelê Sûriyê kir ku dagirkeriya Tirkiyê bidin rawestandin û wiha got: "Erdogan neviyê Cemal Paşa yê xwînmij e ku têkoşerên Sûriyê qetil kirin."

Meşvanên Minbicê: Em dîroka Erdogan a reş ji bîr nakin
Meşvanên Minbicê: Em dîroka Erdogan a reş ji bîr nakin
Meşvanên Minbicê: Em dîroka Erdogan a reş ji bîr nakin
Meşvanên Minbicê: Em dîroka Erdogan a reş ji bîr nakin
Meşvanên Minbicê: Em dîroka Erdogan a reş ji bîr nakin
Meşvanên Minbicê: Em dîroka Erdogan a reş ji bîr nakin
Meşvanên Minbicê: Em dîroka Erdogan a reş ji bîr nakin
15 ÇILE, 2019   14:03

MINBIC

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di bin dirûşmeya "Bi yekdestî li dijî dagirkeriya Tirkiyê" meşeke mezin li bajarê Minbicê li dar xist. Tê de bi sedan endamên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji hemû herêmên Firatê û şêniyên bajarê Minbicê li pêşiya Nexweşxaneya Firat a bajarê Minbicê kom bûn.

Girseyê pankartên "Ciwan li dijî dagirkeriya Tirkiyê li ser pêyan in”, “Bi îradeya jinên ciwan em ê dagirkeriyê têk bibin” û “Bi yekdestî em ê li djiî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin" û alên partiyê û yên Meclisa Jinan Minbicê hildan.

Meşvan ber bi qada giştî ve çûn û dirûşmeyên şermezarkirina gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser bajarê Minbicê û Bakurê Sûriyê berz kirin.

Bi gihaştina qada giştî re, meşvanan deqeyekê rêz girt, paşê gelek axaftin hatin kirin. Destpêkê li ser navê Rêvberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Nûra El-Hamid axivî. Nûra teqez kir ku ev meş û sekna gel îradeya gelan ku azadiya xwe bi îradeya xwe ya bihêz standin, dide diyarkirin û çeteyên DAIŞ`ê bi dawî kir.

Nûra teqez kir ku gefên dagirkeriya Tirkiyê wan zeîf nakin û wiha got: "Gelê me bi hemû pêkhateyên wê guh neda gefên dagirkeriya Tirkiyê, ji ber ku em xwedî hêz û îrade ne û rêya me berxwedan e."

Paşê bi navê Buroya Ciwanan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê endama rêveberiya Buroyê Mêdiya Mihemed axivî û destnîşan kir ku rola ciwanan di birêxistinkirina civakê û parastina wê de heye û bi navê ciwanan soz da ku ew ê rêya têkoşînê dewam bikin û li pêşiya gefên li ser axa Sûriyê bisekinin."

Paşê bi navê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê endamê partiyê Îbrahîm El-Maşî axivî û nameya ji civaka navneteweyî re da û tê de bang kir ku sînorekî ji binpêkirênên dagirkeriya Tirkiyê re deynin û teqez kir ku Tirkiyê Sûriye rûxand û nahêle çareseriyeke siyasî tê de pêk were.

El-Maşî da zanîn ku Tirkiye destekê dide terora cîhanê û îro dixwaze Lîbyayê jî birûxîne û wiha got: "Faşîzma Tirkiyê careke din li Sûriyê li defa şer dixe û Erdogan neviyê Cemal Paşa yê xwînmij e ku têkoşerên Sûriyê li qada El-Merce li Şamê qetil kirin. Ew jî dixwaze dîrokê dubare bike û der heqê gel û têkoşerên me de tiştekî wiha bike."

Meş bi pêşandana şanoyekê ji aliyê koma şanoyê ya Minbicê bi navê "Emirhe" bi dawî bû.

(jo)

ANHA