`Şehîd Xelîl li ser şopa 7 şehîdên malbatê çû`

Şêniyên herêma Dêrik û Girkê Legê cenazeyê şervanê YPG`ê Xelîl Dêrik li goristana şehîd Xebat Dêrik spartin axê.

`Şehîd Xelîl li ser şopa 7 şehîdên malbatê çû`
`Şehîd Xelîl li ser şopa 7 şehîdên malbatê çû`
`Şehîd Xelîl li ser şopa 7 şehîdên malbatê çû`
`Şehîd Xelîl li ser şopa 7 şehîdên malbatê çû`
`Şehîd Xelîl li ser şopa 7 şehîdên malbatê çû`
`Şehîd Xelîl li ser şopa 7 şehîdên malbatê çû`
`Şehîd Xelîl li ser şopa 7 şehîdên malbatê çû`
`Şehîd Xelîl li ser şopa 7 şehîdên malbatê çû`
15 ÇILE, 2019   14:05

QAMIŞLO

Şêniyan cenazeyê şervanê YPG`ê Hemza Şiwîş (Xelîl Dêrik) ku di 11`ê Çileyê de di Pêngava Bagera Cizîrê şehîd bûibû, ji nexweşxaneya şehîd Hogir wergertin û bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîd Xebat Dêrîk ve ketin rê.

Bi gihandina goristanê, merasîm bi toraneke leşkerî ji aliyê şervanên YPG`ê ve dest pê kir.

Paşê endama fermandariya YPJ`ê Kurdistan Xîrkê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û wiha got."Şehîd ji bo rizgarkirina herêm û gel canê xwe feda kir."

Derbarê gefên Erdogan, Kurdistan wiha got:"Ev gef me zeyîf nakin û em ê heta dawiyê li ser rêya şehîdên xwe bin."

Paşê Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Qamişlo Hesen Ibêd axivî û diyar kir ku şervanên li eniyên şer soz dan gel ku ew ê çeteyan tine bikin û soza xwe pêk anîn.

Ebêd wiha got:"Ev şerê rû dide şerê îradeyê ye û me jî îradeya xwe ji felsefeya Rêber Ocalan girtiye."

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Apê şehîd Esed Şawîş serbilindiya xwe anî ziman û got:"Şehîdê me li ser rêya 7 şehîdên malbatê çû ku wan jî ji bo rizgarkirina gel canê xwe feda kirin."

Di nava têlîliyên dayikan, cenazeyê şehîd spartin axê.

ANHA