Hêzên Ewlehiya Hundrîn dewreyek bi dawî kirin

Akademiya Şehîd Hanî Hesen a Hêzên Ewlehiya Hundirîn 20`mîn dewreya perwerdeyê bidawî kir.

Hêzên Ewlehiya Hundrîn dewreyek bi dawî kirin
Hêzên Ewlehiya Hundrîn dewreyek bi dawî kirin
Hêzên Ewlehiya Hundrîn dewreyek bi dawî kirin
15 ÇILE, 2019   10:33

DÊRAZOR

Di dewreyê perwerdeyê de dersên birdozî û leşkerî hatin dîtin. Dewreyê 12 rojan dewam kir û bi merasîmekê hate bidawîkirin.

Di merasîma bidawîkirina dewereyê de, axaftin li ser rolê akademiyê di avakirina kadroyên birêxistinkirî û perwerdekirî de ji bo parastina herêmên Dêrazorê yên rizgarkirî, parastina şêniyan, belavbûna ewlehî û aramiyê hatin kirin.

Her wiha hat diyarkirin ku dewreyên bi vî awayî nava endamên Hêzên Ewlehiya Hundrîn pisporiyê zêde dike û hat teqezkirin ku hemû destkefiyên herêmê bi saya têkoşîn û berxwedana şehîdan hatin bidestxistin û ji bo xatirê fedekariya wan divê ew parastina destkeftiyan bikin.

Di dawiyê de endamên Hêzên Ewlehiya Hundrîn soza parastina welat, parastina aramî û ewlehiya herêmê, parastina şênî û jiyana hevbeş, dan.

(bx/bm)

ANHA