Parêzerên Ocalan, ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Ocalan, ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
15 ÇILE, 2019   09:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Çîçek û Muhdî Oztuzun ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve parêzer 781 car in serî li rayedaran didin ji bo dîtina Ocalan, lê heta niha destûr ji wan re nehatiye dayin.