Şêniyên Helebê: Hevdîtina bi Ocalan re şanoyek bû

Şêniyên Helebê destnîşan kir ku hevdîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi birayê xwe re nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Armanca destûrdayîna hevdîtinê ew e ku hêrsa gel daxe û komployê berdewam bike û wiha got: “Em ê li ser berxwedana Leyla Guven bimeşin.”

Şêniyên Helebê: Hevdîtina bi Ocalan re şanoyek bû
15 ÇILE, 2019   09:04

ROZANA DADO – HENAN MIHEMED /HELEB

Dozgeriya giştî ya dewleta Tirk di 12’ê Çileyê de hişt birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmed Ocalan serdana wî bike. Li ser vê mijarê şêniyên Helebê teqez kir ku serdana ku pêk hatiye, ne şikandina tecrîdê ye.

Şêniya bi navê Sedîqa Mihemed wiha got: "Rêbertî ji 20 salan ve girtî ye, ev 3 sal e nahêlin kes wî bibîne. Serdana birayê wî, bêyî ku parêzer wî bibînin, lîstokeke dewleta Tirk e. Dê piştgiriya me ya ji bo berxwedêrên girtîhegan berdewam be. Em ê rêya şehîdan bimeşînin, çalakî û grevan li dar bixin heya rêber Ocalan azad bibe.”

Şêniya bi navê Dilşan Osman jî bal kişand ser hevdîtina Ocalan a bi birayê xwe re û wiha axivî: “Ev hevdîtina kurt, yek ji rêzekomployên Erdogan e. Destûra vê hevdîtinê ji bo hêrsa gel daxin, dan. Ji ber ku çalakî û hêrsa gel li hember tecrîdê zêde bûbû, Erdogan xwest zextê li ser xwe kêm bike. Lê zêde kir. Leyla Guven heya niha di grevê de ye, roj bi roj tenduristiya wê nebaş dibe. Em ê jî li ber xwe bidin, em vê komployê napejirînin"

Her wiha Emîne Mihemed wiha got: “Em dixwazin tecrîda li ser Rêbertî rabe û parêzerên wî bikarin wî bibînin. Em ê rêya berxwedana Leyle Guven bişopînin. Ji ber ku Guven dizane tecrîd bi vê hevdîtinê bi dawî nebûye.”  

Armanca Tirkiyê kêmkirina hêrsa gel e

Şêniyê bi navê Mihemed Xelîl jî bal kişand ser gefên Erdogan ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina kantona Efrînê û wiha got: “Erdogan nikare vîna Gelê Kurd a ji bo maf û azadiya Ocalan bişikîne. Em ê li ser xeta şehîdan ku serî li hember dijmin netewand, bimeşin.”

Xelîl wiha axivî: "Armanca Tirkiyê bi hevdîtina birayê rêber Ocalan bêyî parêzerên wî, ji bo çalakiyên gel, grevên birçîbûnê di girtîgehan de û hêrsa gel lawaz bike. Lê em ê çalakiyên xwe li hundir û derve berdewam bikin.”

Şêniya bi navê Resmiyê Reşîd destnîşan kir ku tevahî çalakiyên wan ên li bajarê Helebê, armanca wan azadiya Ocalan e û wiha got: "Armanca me azadiya Rêbertî ye, serdan tenê şanoyek e, em van şanoyên wisa napejirînin."

(bm)