Jineke îranî qala serpêhatiya xwe ya li gel DAIŞ’ê dike

Jina bi navê Hawjîn Hesen Mûrad ku bi eslê xwe ji Îranê ye, ji aliyê hêzên QSD-YPJ'ê ve hatiye girtin. Hawjîn behsa serpêhatiya xwe ya li gel çeteyên DAIŞ'ê kir û diyar kir ku 4 salan di nav DAIŞ’ê de maye û di van salan de jiyan lê bûye dojeh.

Jineke îranî qala serpêhatiya xwe ya li gel DAIŞ’ê dike
15 ÇILE, 2019   08:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Hawjîn Hesen Mûrad ji Îranê ye. Bavê wê ji Îranê direve û bi malbata xwe re tev li DAIŞ’ê dibe. Bi demê re dê û bavê Hawjînê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve bi hinceta ku sîxuriya Îranê dike, tê kuştin û Hawjîn jî di temenê xwe yê zarokatiyê de bi darê zorê bi çeteyekî re tê zewicandin. Hawjîn gelek caran hewl dide bireve û di dawiyê de jî bi ser dikeve û xwe digihîne şervanên QSD-YPJ’ê.

Hawjîn serpêhatiya xwe ya li gel çeteyên DAIŞ’ê û êş û azarên ji destê çeteyan kişandine, ji Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) re vegotin. Gotinên Hawjînê yên li ser malpera fermî ya YPJ’ê hatine weşandin, wiha ne:

“Navê min Hawjîn Hesen Mûrad e. Bavê min li Îranê demeke dirêj di girtîgehê de ma, ji ber vê jî ji wir baz da û tev li DAIŞ’ê bû. Salek em li Mûsilê ya Iraqê man. Li wê derê bavê min heyvek hate girtin û jê re gotin ku sîxurê Îranê ye. Dûre hate berdan û ji wir em reviyan û me berê xwe da Sûriye.

Bavê min dixwest ji Sûriye jî bireve û here derve lê li wir jî hate girtin û 4 heyvan di girtîgehê de ma. Di wê demê de gelek îşkence lê hatibû kirin. Piştî 4 heyvan DAIŞ'iyan ew şand şer û li wir gotin an tê kuştin an vedigere. Ji wir jî bavê min revî û heyvekê veşartî jiya.

Piştre bavê min digeriya ku qaçaxçiyekî peyda bike heyanî em birevin lê belê rojekê di nava şeqamê de ji aliyê DAIŞ’ê ve hate girtin û şeş heyvan di girtîgehê de ma. Piştî ku hate berdan, me berê xwe da Tebqayê. Li wir jî rojekê hêzên ewlehiya DAIŞ’ê êrişî xaniyê me kir, deriyê me şikandin, ketin hundir û bavê min girtin û bi xwe re birin. Tevî ku cil û bergên min û dayika min ne guncaw bûn, lê dîsa jî ew ketin hundir.

Ebdû Mihemed Ednanî talîmat dabû hêzên ewlehiya DAIŞ’ê ku ger ez nezewicim wê bavê min bikujin. Di nava DAIŞ’ê de keç hebûn ku di temenê 10-11 saliyê de dizewicandin. Ji ber vê jî hinceta wan ew bû ku temenê min ji wan mezintir e. Ez razî nebûm ku bizewicim lê wan gefan xwarin ku bavê min dikujin. Di temenê 12 saliyê de ez hatim zewicandin. Ez salekê bi zilamekî bi navê Wehbî Babaî yê 23 salî re bûm û dûre ew hat kuştin.

Jiyana bi wan re gelekî mirov diêşîne

Di nava DAIŞ’ê de, tu nikarî evîndarê kesî bibî, tenê dihêlin tu 5-10 deqe tevî wan kincan bi yekî re biaxivî û piştre bizewicî. Jiyan bi wan re gelekî zehemt e û gelekî mirov diêşîne. Ez dibêjim heke mirov mêrê xwe tune be, çêtir e bi wan re bizewice.

Piştê 2 heyvan ez zewicandibûm, DAIŞ’ê dayika min jî bir û gotin dixwazin wê bibin bi bavê min re hevdîtinê çêkin. Lê ew jî kuştin. Piştî çend rojan min di nava nûçeyan de dîmenên wan dît ku dayik û bavê min ji aliyê DAIŞ’ê ve bi tohmeta sîxuriya Îranê kirine, hatine kuştin.

Hevserê min bi kêran êrîşî min kir

Salek piştî kuştina wan, birayê min ê 10 salî ji aliyê mêrê min ve bi tohmeta çûye di nava xelkê de qala xirabiya wî kiriye, bi awayekî hovane li birayê min xist û îşkence li wî kir. Nêzî 10 rojan birayê min li nexweşxaneyê di komayê de bû. Ji ber ku mêjiyê wî xwîn jê hatibû, mir.

Bi hinceta ku ez çûme cem cîranan û min qala xirabiya nêzîkatiyên mêrê xwe kiriye, wî bi kêrê êrîşî min jî kir û lingê min bi giranî birîndar kir. Ew qasî li birayê min ê biçûk xistibû ku her dera wî jî şîn û reş bûbû û lingên wî jî şikandin û niha platîn tê de ye.

Ez 4 salan di nava DAIŞ’ê de bûm. Sala yekê me nedixwet birevin lê 3 salên din me çend caran xwest lê vê carê rê tune bû em birevin. Carekê ez û du birayên xwe, me xwest em birevin lê bi me hesiyan û em li mêvanxaneya DAIŞ’ê hêlan. Li wê derê ez neçar dikirim ku bi yekî ji wan re bizewicim. Lê min nedixwest, wan jî li ser me kefale û xwarin qut kir. Di nava DAIŞ’ê de ger mêrê te bê kuştin, tu divê 4 heyvan û 10 rojan ne bi kesî re bizewicî, ne cilên xweşik li xwe bikî û ne jî makyaj bikî, divê ji xanî dernekevî.

Gelekî zehmet bû ku jin li hember wan li ber xwe bidin

Mêrê min di şerê rejîmê de hate kuştin. Çeteyên DAIŞ'ê rêz ji jinan re nagirin, çi li derve û li pêş çavên alemê li jinên xwe dixin û wan dişikînin. Hemû esebî ne û aqilê wan kêm e. Mêrê min jî ji wan bû, gelekî esebî bû û xwe mezin didît. Xwe gelekî zana didît û digot ez çi dibêjim divê tu wisa bikî. Jin bi taybetî gelek zehmet bû ku bikare li hember wan li ber xwe bide. Wan jin belengaz didîtin.

Niha tenê birayê min ê biçûk Ebdurehman ê 3 salî li cem min maye. DAIŞ'ê hemû malbata min kuşt. Gava tu li nexweşxaneyên DAIŞ'ê binêrî dibînî ku gelek zarok li wir in, bavên wan tune ne. Wan gelekî li zarokan dixistin û her derên wan birîndar dibûn, ji çav û rûyê wan xwîn diherekî. Niha hemî laşê birayê min ê 3 salî jî birîn bûye. Ger zarok jî nexweş bûbûna, wan karê xwe pê nedianîn. Jiyan bi wan re gelekî zehmet bû.

Ji ber dijwariya jiyana bi wan re, li Tebqa, Mensûra û Meden gelek caran hewldanên min ên revê çêbûn lê min nekarî. Min pere jî dan qaçaxçiyan lê wan pere girt û direvîn an jî em radestî DAIŞ’ê dikirin.

Hemû mirov dixwazin bi awayekî rehet bijîn lê di nava DAIŞ’ê de ne wisa ye. Nahêlin kes çavên te jî bibîne û wê belaya xwe li te bixin. Li cem wan divê her dera te girtî be. Kî ji wan dihat kuştin, digotin şehîd ketiye.

Bi derewan şervanên QSD’ê reş dikirin

Di nava DAIŞ'ê de nûçeyên derew gelekî belav dikirin û digotin QSD jinan digire û îşkenceyê li wan dike. Ji ber wan gotinên wan, mirov ditirse ji nava wan derkeve. Lê li vir jinek hebû ku wekî xwişka min bû. Ji min re got ew tiştên li ser şervanan tên gotin, ji rastiyê dûr in, ew ji bo jinan ji zilaman zêdetir rêzê digirin.

Gava ku ez gihaştim şervanên QSD'ê ez gelekî kêfxweş bûm. Min bi çavên xwe rastî û nêzkatiyên wan dîtin. Şervanan heta zilam jî bi awayekî baş nêz dibûn û rêz jê re digirt. Hinek ji wan kesên bi min re hatine gel QSD'ê dibêjin ji şervanan ditirsin lê min ji wan re got hewce bi tirsê nake û ev der aram e. Ji bo me ew qas bes e ku ji DAIŞ’ê rizgar bûne. Hûn ne li wir bûn ku zanibin me ji destê DAIŞ’ê çi kişand û çi dît? Li vir tam berovajî ew tiştên ku li ser QSD'ê digotin, tê dîtin û nêzîkatî ji bo jin û zarokan gelekî baş e. Ew jinên ku xwe gihandibûn QSD'ê, ji me re peyam dişandin û qala rêzdayîna şervanên QSD'ê ji wan re dikirin û digotin di nava QSD'ê'de şervanên jin jî hene û timî xwarin û pere didin me. Cihê me gelekî ewle û germ e. Wan jinên ku ji me re peyam dişandin digotin li ba DAIŞ’ê timî mêrên wan dihatin girtin û îşkence lê dihat kirin. Lê li cem QSD'ê zilamên wan nayên girtin û li cem wan in. Ji ber vê jî bal dikişandin ser vê naxawazin li cem QSD'ê derkevin.

Her wiha gotin ji me xwestine ku ger bixwazin dikarin wan bişînin Îranê jî, lê dîsa wan bi xwe nexwestibû vegerin Îranê. Tevî ku mêrên wan jinên dihatin cem QSD'ê li dijî şervanan şer dikirin, lê dîsa jî ji aliyê şervanan ve rêz ji jin û zarokên DAIŞ'iyan re heye. Li cem DAIŞ’ê ger jin an zarokên kesê ku li dijî wan şer kiriye bihatana girtin, an bi fîşekan ew dikuştin an jî serê wî dihate jêkirin.

Emîrên DAIŞ’ê zikê xwe mezin dikir lê belê zarokên sêwî ji birçînan dimirîn

Niha ger kesek bixwaze herê nava DAIŞ ji ber ku wisa difikirin di nava wan de gelek edalet heye û zilm tune ye û mîna dema hezretî Mihemed lê mêze dikin. Lê ew şaş difikirin û li wir ne wisa ye, li nava DAIŞ zilm gelekî zêde heye. Emîrên DAIŞ’ê xwarinên rengareng û goşt dixwin û zikê xwe mezin dikin, lê bi hezaran zarokên sêwî hene ku birçî ne û gelek ji wan dimirin. Di wê demê de min dît ku bi hezaran zarok ji ber birçîbûnê mirin. Emîrên DAIŞ'ê tenê li xwe ve difikirin, ne kesên din.”

ANHA