Li Til Temirê şehîdekî ji Misrê hat oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Temirê cenazeyê şervanê QSD`ê yê bi eslê xwe ji Misrê Tariq El-Hesen ku 11‘ê Çileyê di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû li goristana şehîdên Til Temirê spartin axê.

14 ÇILE, 2019   13:55

HESEKÊ

Cenazeyê şehîd Tariq El-Hesen (Şahîn) li Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Temirê hate pêşwazîkirin û bi karwanekî ber bi goristana şehîdên Til Temirê ve ket rê.

Piştî rêzgirtinê gelek kes axivîn. Bi navê YPG’ê Ziyad Kurdî û bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan jî Selman Nohî axivî.

Di axaftinan de hate diyarkirin ku rola şehîdan di parastina aramiya herêmê, tunekirina çeteyên ku dixwazin îradeya gel bişikînin û projeya demokratîk têk bibin de, sereke ye. Her wiha hate destnîşankirin ku ji ber ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî hêzên terorîst şer kirin, bi sedan şervanên enternasyonalîst tev li nava hêzên leşkerî bûn û wiha got: “Ji ber ku her kesî dît hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêzên demokratîk in ku parastina gelan dikin. Yek ji van kesên ku ev rastî dîtî jî şehîd Tariq ê bi eslê xwe ji Misrê ye.”

Axaftvanan destnîşan kir ku divê li dijî xetereyên ser hemû gelên herêmê yekitiya xwe ava bikin û wiha axivî: “Divê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya firîna balafiran werin qedexekirin, ji ber ku hemû herêm deyndarên vê herêmê ne. Ji ber ku vê herêmê çeteyên DAIŞ’ê tune kirin û parastina bi hezaran koçberan kir.”

Her wiha di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan û parastina Rêveberiya Xweser û projeya demokratîk ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk da.

Paşê wesîqeta şehadetê ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Diyana Hisên ve hate xwendin û radestî malbata şehîd hate kirin. Malbatê jî soza şopandina rêya kurê xwe da.

Di dawiyê de cenazeyê şehîd Tariq El-Hesen di nava tilîlî û dirûşmeyan de hate oxirkirin.

(bx/bm)

ANHA