Li Cerablusê wesayîta zirxî ya Tirkiyê ciwanek kuşt

Li bajarê Cerablusê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, wesayîteke zirxî ya dewleta Tirk pê li ciwanekî kir û ciwan jiyana xwe ji dest da.

Li Cerablusê wesayîta zirxî ya Tirkiyê ciwanek kuşt
14 ÇILE, 2019   12:06

MINBIC

Wesayîteke zirxî ya dewleta Tirk a dagirker li nêzî gundê El-Bîda yê Cerablusê pê li ciwanekî ku motor diajot kir. Di encamê de ciwan jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyên ji gund da zanîn ku pêlêkirina ciwan hatibû plankirin. Ji ber ku piştî wesayîtê li ciwan xist, lê nesekinî û rêya xwe berdewam kir.

Çavkaniyan diyar kir ku navê ciwan nehat zanîn û piştî ew rakirin nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest da.

ANHA