Li Efrînê binpêkirin didomin: 3 sivîl hatin revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 3 sivîlên din ji navçeya Şiyê ya girêdayî kantona Efrînê revandin. Her wiha çeteyan bi ser mala şêniyekî de girt û erebeya wî dizî.

Li Efrînê binpêkirin didomin: 3 sivîl hatin revandin
Li Efrînê binpêkirin didomin: 3 sivîl hatin revandin
Li Efrînê binpêkirin didomin: 3 sivîl hatin revandin
Li Efrînê binpêkirin didomin: 3 sivîl hatin revandin
Li Efrînê binpêkirin didomin: 3 sivîl hatin revandin
13 ÇILE, 2019   11:16

EFRÎN

Çavkaniyên ji navenda bajarê Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku çeteyên Sultan Silêman Şah (El-Emşat) ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, 3 sivîl ji navçeya Şiyê ya girêdayî Efrînê revandin. Heta niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Ajansa me navên kesên ku hatin revandin bi dest xistin. Kesên hatine revandin ev in; Ehmed Mihemed Kelo (27), Welîd Mihemed Cûcû (24) û Mihemed Osman Koçer (36).

Her wiha çavkaniyekî din ji navçeya Şêrawa diyar kir ku çeteyên El-Hemzat ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi ser mala şeniyê bi navê Mihemed Ehmed Xidir ê ji gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa de girt. Çeteyan erebeya Xidir dizî.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Efrînê ev nêzî salekê ye kiryar û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin. Rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî li hember kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bê deng in.

(bx/bm)

ANHA