QSD`ê li Girê Spî dewreyek bi dawî kir

Navenda Perwerdeyê ya QSD`ê dewreyek bi navê Dewreya Demhat Qamişlo li Akademiya Şehîd Botan Tirkmen bi merasimekî bi dawî kir.

QSD`ê li Girê Spî dewreyek bi dawî kir
QSD`ê li Girê Spî dewreyek bi dawî kir
QSD`ê li Girê Spî dewreyek bi dawî kir
QSD`ê li Girê Spî dewreyek bi dawî kir
13 ÇILE, 2019   11:24

GIRÊ SPÎ

Akademiya Şehîd Botan Tirkmen li Girê Spî dewreya yekemîn a fermandarên QSD`ê ya bi navê Dewreya Şehîd Demhat Qamişlo bi dawî kir. Dewreya ku 60 rojan berdewam kir, bi merasimekê bi dawî bû. Di dewreyê de taktîkên leşkerî û waneyên bîrdozî hatin dayîn.

Di merasîma bidawîkirinê de gelek fermandarên QSD, YPG û YPJ’ê amede bûn. Merasîmê bi rêzgirtin, silavkirina şehîdan û sonda leşkerî dest pê kir.

Paşê fermandarê QSD`ê Kanî Xelîl bidawîkirina dewreyê li endaman pîroz kir û hêvî kir ku ji bo rizgarkirina herêmê ji terorê, di hemû eniyan de serkeftî bin. Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

Şehîd Demhat Qamişlo yek ji fermandarên QSD’ê bû ku di pêngava Bagera Cizîrê ya dawîn a bi navê Şerê Tunekirina Terorê de şehîd bûbû.

(jo/bm)

ANHA