KCK'ê daxuyaniyek têkildarî hevdîtina li Îmraliyê da

KCK’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku hevdîtina li Îmraliya ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ya 12’ê Çileyê, hewldaneke şerê taybet e ku desthilata AKP-MHP’ê ji bo têkbirina hemleya ‘Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ pêk aniye.

KCK'ê daxuyaniyek têkildarî hevdîtina li Îmraliyê da
13 ÇILE, 2019   07:42

NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser hevdîtina ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ya 12’ê Çileyê, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya KCK’ê de wiha hate gotin:

"Pêngava me ya berxwedanê ya bi dirûşma 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin' li her qadê belav dibe û didome. Li zindanan bi sedan girtî bi biryardarî di greva birçîbûnê de ne. Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, gelê me çalakiyên greva birçîbûnê, meş û xwepêşandanan li dar dixe. Bi van rê û rêbazên dewlemend ên çalakiyan, berxwedana me ya azadiyê her belav dibe.

Di atmosfereke bi vî rengî de, rêveberiya AKP-MHP'ê ya faşîst ku bi salan e zexteke giran dike û tecrîdê ferz dike, 12'ê Çileyê roja Şemiyê Mehmet Ocalan şand Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Beriya her tiştî divê were zanîn ku ya hevdîtina 12'ê Çileyê da kirin, pêngava berxwedanê ya gelê me ye. Li ser vê bingehê, serketina destpêkê ya pêngava berxwedana 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin' e ku bi pêşengiya Leyla Guven pêk hat. Li ser vê bingehê em gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin û hêvîdar in ku wê serkeftina wan her bidome.

Lê belê eşkere ye ku hevdîtina 12'ê Çileyê, nayê wê wateyê ku tecrîd bi dawî bûye. Lewma zext û pêkanînên faşîzane yên li Îmaraliyê li dijî rêber Abdullah Ocalan didomin. Lewma pêngava me ya ku me wek gelê Kurd û tevgera azadiyê ya bi dirûşma 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin' da destpêkirin, didome. Divê hevrê, gel û dostên me şaş fêm nekin. Hevdîtina 12'ê Çileyê, di rastiya xwe de ji bo sabotekirina vê pêngava me ya 'Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin', ji hêla desthilata AKP-MHP'ê ve wek hewldaneke şerê psîkolojîk hatiye pêkanîn. Jixwe roja Şemiyê pêkhatina vê hevdîtinê nîşaneya eşkere ya vê yekê ye.

Eşkere ye ku desthilata dagirker û komkujer a AKP-MHP'ê li hember pêngava me ya berxwedan û azadiyê tengav bûye, lewma serî li rêbazeke wiha daye û xwestiye berxwedana me bişikîne, pûç bike. Lê belê em zilma şerê taybet jî, lîstikên wê jî baş nas dikin û dizanin. Lewre em ê bi lîstikên şerê psîkolojîk nexapin û heta ku dîwarê Îmraliyê hilweşînin, dawî li tecrîdê bînin û heta ku derfetên rêber Apo yên jiyan û karê azad pêk bên em ê berxwedana xwe bidomînin. Divê hemû dost, gelê me û raya giştî wiha bizane. Wê pêngava me tecrîdê bişikîne, faşîzmê hilweşîne, li ser vî hîmî Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk ava bike."