Azarên koçberên Kampa Yarub bi sermayê re zêde bûne

“Em ji bilî ewlehiyê tiştekî naxwazin.” Ev gotinên koçberên Kampa Yarub in ku azarên wan ji ber sermaya zivistanê du qat bûne. Her wiha koçber banga bidawîkirina şer dikin.

Azarên koçberên Kampa Yarub bi sermayê re zêde bûne
Azarên koçberên Kampa Yarub bi sermayê re zêde bûne
Azarên koçberên Kampa Yarub bi sermayê re zêde bûne
Azarên koçberên Kampa Yarub bi sermayê re zêde bûne
Azarên koçberên Kampa Yarub bi sermayê re zêde bûne
Azarên koçberên Kampa Yarub bi sermayê re zêde bûne
13 ÇILE, 2019   07:22

EMÎNE EL-ELÎ / REQA

Ji ber sermaya zêde ya zivistanê êş û azarên koçberan zêde dibin. Koçberên ku di dirêjahiya rêwîtiya koçberbûnê de ji mirinê filitîne, lê ji sermaya zêde û kêmbûna pileya germahiyê di konên kampan de nefilitîn.

Nûçegihana ajansa me Hawarê rewşa koçberên Kampa Yarub a ku dikeve rojavayê bajarê Reqayê, ji nêz ve şopand.

Koçbera bi navê Sewra El-Cuma dayika 4 keçan e. Sewra destnîşan kir ku tevî keçên xwe rojên gelek zehmet derbas kirine. Niha hewl dide bi hemû rêbazan debara xwe peyda bike û xwe û malbata xwe ji sermaya zivistanê biparêze. Sewra rojane êzingan kom dike da ku xwe pê germ bikin.

Sewra diyar kir ku ji ber tunebûna gazê, ew xwarinên xwe li ser agirê êzingan çêdikin.

Sewra wiha domand: "Girêdayî jiyana me pirsan pirs dikin. Gelo kîjan jiyan? Em ji ber birçîbûn û sermayê mirine û jiyana me ne ewle ye. Rewşa me mîna rewşa hemû koçberên Sûriyê ye. Gelo guneha me çi ye, tenê ji ber ku em Sûrî ne?"

Di dawiya gotinên xwe de Sewra wiha lê zêde kir: "Carekê Tirkiye me tehdît dike, carekê DAIŞ û carekê jî rêjîma Sûriyê. Kengî em ê vegerin malên xwe? Piştî ew qas dijwariyê xwesteka min tekane ew e ku em di nav ewlehiyê de bin."

‘Şer giyanê me bê hal hişt’

Ji aliyê xwe ve koçberê bi navê Ebid El-Mizhem wiha dest bi axaftina xwe kir: "Êdî bes e, şer û koçberkirina gelê Sûriyê bi dawî bikin. Vî şerî giyanê me bê hal hişt."

Ebid wiha domand: "Gelo kî bi rewşa xizanên ku ji ber sermayê û birçîbûnê dimirin, dibirse? Kî bi rewşa me dihese dema av derbasî konên me dibe. Êdî bedenên me ji ber birçîbûnê û sermayê ji hal ketine û azarên me roj bi roj zêde dibin."

Her wiha koçbera bi navê Hemda Ewad El-Ubeyd detayên rêwîtiya xwe ya koçberbûnê wiha vegot: "Di encama êrîşên balafiran de min dayika xwe winda kir. Bavê min jî felc bû. Li sînorên Urdinê tevî cenazeyê dayika xwe em hefteyekê di kortekî de man heta derfet çêbû û me ew binax kir. Bavê min jî em birin noqteya tenduristiyê ya herî nêz."

Di dawiyê de Hemda wiha got: "Niha em di nav Kampa Yarub de dimînin lê me ji sermaya zivistanê naparêze. Dîsa jî tiştekî ji bilî ewlehî û aramiyê naxwazim. Em naxwazin careke din koçber bibin. Êdî ji koçberkirinê re bes e."

(şx)

ANHA