Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî

Nîqaşên biryara Amerîkayê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê berdewam in. Washington vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê bi têkçûna DAIŞ’ê û rêgirtina li ber êrîşên Tirkiyê li dijî Kurdan ve girê da. Ji aliyekî din ve çeteyên Cebhet El-Nusra zêdetirî nîvê bakurê Sûriyê bi îzaha Tirkiyê xist bin serweriya xwe. Her wiha wezîrê derve yê Amerîkayê gera xwe ya li Rojhilata Navîn dest pê kir û xuya ye armanca gerê li hember Îranê ye. Li Filistînê jî tekiliya di navbera El-Fetih û Hemasê de gelekî krîtîk b

Mijarên vê hefteyê yên rojnameyên erebî
13 ÇILE, 2019   06:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di vê hefteyê de bal kişand ser encamên biryara DYA‘yê ya vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê, gefên Tirkiyê li ser Sûriyê, xebatên siyasî li Lubnan û Yemenê û cezayên navdewletî yên li ser Îranê.

El-Şerq El-Ewset: Bolton vekişandinê bi têkçûna DAIŞ û ewlehiya Kurdan ve girê dide

Rojnameyên erebî di vê hefteyê de cihekî girîng da mijara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê. Rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha got: "Şêwirmendê ewlekariya neteweyî yê Amerîkayê John Bolton got beriya vekişandinê hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, divê şertê ewlehiya hevalbendên wan Kurdan werin mîsogerkirin. Bolton piştî ku gihîşte Til Evîvê diyar kir ku hêzên wan beriya rêxistina DAIŞ‘ê têk neçe û ewlehiya Kurdan peyda neba ji Sûriyê venakişin."

Di demeke vekişanda Amerîkayê û başkirina têkiliyên erebî de, Peterson dest bi erkeke dijwar dike

Rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser destpêkirina nûnerê navneteweyî yê nû ji bo Sûriyê bi erkên xwe û wiha got: "Jair Peterson gihîşt Cinêvê da ku li şûna nûnerê navneteweyî yê Sûriyê piştî De Mistura, dest bi karê xwe bike. Demeke ku serokê Amerîkayê Trump biryara vekişandina ji Sûriyê da û başkirina têkiliyên dewletên Ereb bi Şamê re.

El-Ereb: Lihevkirina pêkan a Şam û Kurdan, li dijî çavbirçîbûna Tirkiyê li Sûriyê metirsî ye

Têkildarî heman mijarê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Cîgirê wezîrê karên derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad roja çarşemê ragihand ku ew ji danûstanên hêzên kurdî re ku dixwazin hevpeymanê bi Şamê re çêkin, bi hêvî ne. Danûstandinên ku niha bi sponseriya Rûsyayê têne kirin, baş in.

Her wiha çavdêr dibînin ku dibe ku DYA nêzî danûstandinên di navbera Şam û Kurdan de bin, vê yekê jî Tirkiyê pir bi hêrs kiriye.

Fermandarekî Ehrar El-Şamê ji El-Quds El-Erebî re: Colanî dixwaze ‘îmaretê’ li Idlibê ragihîne

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara serweriya Cebhet El-Nusra li Idlibê kir û wiha got: “Yek ji fermandarên tevgera Ehrar El-Şam a girêdayî Cebbet El-Weteniye duh ragihand ku rêveberê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed Colanî, koman ji hev dixe û dixwaze bi tena xwe li Idlibê hakim be.”

Iraq

Der barê serdana wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li Iraqê de, rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: “Bloka El-Sadîqûn a parlamentoya Iraqê bang kir ku divê serdanên rayedarên Amerîkayê li gorî rêgezên dîplomatîk bin. Pompeo li Bexdayê bi serokê Iraqê Berhem Salih, serokwezîr Adil Ebdelmehdî, serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El-Helbûsî û hempîşeyê xwe Elî El-Hekîm re civiya.”

Şerq El-Ewset: Ebas ji bo Hemasê neçar bike ku Xezayê radest bike, biryarên dijwar dan

Têkildarî rewşa Filistînê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Serokê Filistînê Mehmûd Ebas, rêzebiryarên dijwar li dijî tevgera Hemasê li Xezayê ragihandin da ku bi tevgerê re bikeve nava diyalogê yan jî neçar bike ku Xezayê radest bike.”

El-Ereb: Desthilatdariya Sûdanê ji bo reşkirina serhildanan bal kişand ser wêrankirinê

Rojnameya El-Ereb têkildarî rewşa Sûdanê wiha nivîsand: “Muxalefetê, desthilatdariya Sûdanê bi reşkirina serhildanên gel bi rêya mezinkirina wêrankirinê, tawanbar kir.”

El-Ereb di nîvîseke din de jî ev tişt gotin: “Serokê Sûdanê Umer Hesen El-Beşîr, roja çarşemê li pêşberî bi hezaran kesên ku piştgiriya wî dikin, soz da ku ew ê di desthilatdariyê de bimîne. Lê çalakger daketin qadan û daxwaza istîfaya wî kirin.”

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê, rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: “Aliyên siyasî û fermî texmîn dikin ku dê welatê wan heta demeke nediyar bê hikumet be.”

El-Heyat: Parlamantereke Kurd li Tirkiyê ku li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye, li ber mirinê ye

Der barê rewşa li Tirkiyê de rojnameya El-Heyat wiha nivîsand: "Partiya Demokratîk a Gelan a Kurd li Tirkiyê ragihand ku rewşa parlamanter Leyla Guven a li girtîgehê di greva birçîbûnê de ye, krîtîk e û destnîşan kir ku 15 kîlo dane û nikare bi tenê bimeşe û tansiyona wê pir kêm bûye û nikare bixwe û vexwe.”