Akademiya"Şehîd Koçerîn" dewreya fermandaran bi dawî kir

Akademiya"Şedîd Koçerîn" a girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dewreya şehîd" Hesen Cerîx Ebû Elî" ya 38 fermandaran bi dawî kir. Di merasîma bidawîkirinê de sondxwarina parastina xal û welat hat dayîn.

Akademiya"Şehîd Koçerîn" dewreya fermandaran bi dawî kir
Akademiya"Şehîd Koçerîn" dewreya fermandaran bi dawî kir
Akademiya"Şehîd Koçerîn" dewreya fermandaran bi dawî kir
Akademiya"Şehîd Koçerîn" dewreya fermandaran bi dawî kir
Akademiya"Şehîd Koçerîn" dewreya fermandaran bi dawî kir
12 ÇILE, 2019   14:20

MINBIC

Piştî fermandaran perwerde li ser îdoelojîk û leşkerî dîtin, akademiya"Şehîd Koçerîn" a girêdayî Meclîsa Minbic a Leşkerî bi merasîmekê dewreya fermandaran a bi navê şehîd" Hesen Cerîx Ebû Elî" bi dawî kir. Dema dewreyê 45 roj bûn.

Di merasîmê de fermandarên Meclîsa Minbic a Leşkerî û hejmarek ji şêniyên herêmê amade bûn.

Bi toraneke leşkerî ji hêla tevlîvanên dewreyê merasîm ve dest bû. Dûvre Cîgirê Meclîsa Minbic a Leşkerî Ebû Elî E-Nicim axaftina bidawîkirina perwerdeyê kir ku û wiha got:" Qedandina vê dewreyê li hemû tekoşerên ku destan û efsanên lehengî û fedaytiyê nivîsandine û xêzkirine, pîroz dikim. Divê ji hemû aliyan ve û li gor vê qonaxa ku tê re derbas dibin û bi taybet van gefên Tirkiye û hwd. her tim amade bin. Ji lew re divê amadekariya li hember êrîşên li ser xaka me yên bi xwîna hezaran şehîd ji çeteyan hatiye û tê rizgarkirin, hebe.

Dewre bi sondxwarina fermandaran a parastina erd û welat û belavkirina nasnameyan bi dawî bû.

ANHA