Kongreya PYD‘ê ya li Qenayayê bi dawî bû

Kongreya Yekemîn a Rêxistina PYD‘ê ya navçeya Qenaya ya Kobanê bi hilbijartina rêveberan bi dawî bû.

Kongreya PYD‘ê ya li Qenayayê bi dawî bû
Kongreya PYD‘ê ya li Qenayayê bi dawî bû
Kongreya PYD‘ê ya li Qenayayê bi dawî bû
Kongreya PYD‘ê ya li Qenayayê bi dawî bû
Kongreya PYD‘ê ya li Qenayayê bi dawî bû
11 ÇILE, 2019   16:30

KOBANÊ

Kongreya PYD’ê ya yekemîn li navçeya Qenaya ya Kobanê bi diruşmeya  “Em ê bi vîn û rêxistin, Efrînê rizgar bikin û Sûriyek nenavendî û demokratîk ava bikin” vê sibehê destpê kirbû.

Piştî axaftinan endamên dîwanê ji 5 kesan hatin hilbijartin.

Paşê nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê endamê Desteya Rêveber a PYD‘ê Ehmed Xoca ve hatin xwendin, her wiha rewşa siyasî ji aliyê endamê meclisa partiyê Mustefa Ebdî ve hate nirxandin.

Ebdî di axaftinan de bal kişand li ser girîngiya rêxistinbûyî û xwedîderketina li felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir. Her wiha gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar ki û got, gelê herêmê bi îrade û hêza şervanan dê herêmên dagirkerî rizgar bikin.

Di kongrê de rapora  salane ya rêxistina jin a PYD`ê ji aliyê endama meclisa jin a PYD`ê Rohat Mele Xelîl û rapora navçeya Qinê ji aliyê rêveberiyê Komîteya perwerdeyê Cefer Ehmed ve hatin xwendin. Her wiha nirxandin û pêşniyarên beşdaran jî derketin pêş.

Di dawiya kongrê de jî bo hilbijartina rêveberên nû dengdan dest pê kir. 14 kes (9 jin û 5 zilam) hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmeyên "Xebateke xurt û jiyaneke azad" bi dawî bû.

Tê payîn ku wê PYD`ê wê kongreya xwe li Kobanê, Şêran, Çelebî lidar bixe.

(ekîp)

ANHA