Moskov: Avakirina diyalogê di navbera Şam û Kurdan de girîng e

Rûsyayê li ser zimanê berdevka Wezareta Karên Derve Marîa Zaxarova teqez kir ku Kurd beşek ji civaka Sûriyê ne ku nayên parçekirin û diyalogên di navbera Kurdan û Şamê de girîngiyeke xwe ya taybet heye.

Moskov: Avakirina diyalogê di navbera Şam û Kurdan de girîng e
11 ÇILE, 2019   10:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdeva Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaxarova ragihand ku Moskov dibîne ku pir girîng e diyalog di navbera Kurdan û Şamê de pêk were, di demekê de ku Amerîka niyeta vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê dike.

Zaxarova di civîna çapemeniyê ya heftane de wiha got: "Di dawiya Kanûna 2018’an de serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ê hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vekişin. Der barê vê de çêkirina diyalogê di navbera Kurdan û Şamê de pir girîng e."

Zaxarova wiha lê zêde kir: “Me gelek caran gotiye ku Kurd beşek ji civaka Sûriyê ne ku nayên parçekirin.”

(jo)