Şêniyên Kobanê: Gelo ewlehî û aramiya herêmên me li ser Erdogan xetere ye?

Şêniyên Kobanê destnîşan kir ku Tirkiye hewl dide senaryoya herêmên dagirkirî li herêmê dubare bike. Her wiha diyar kir ku penaber dixwazin vegerin lê terora Tirkiyê û gefên êrîşan rê li pêşiya wan digirin û wiha got: "Gelo Erdogan çi ji me dixwaze? Gelo ewlehî û aramiya herêmên me li ser wî xetere ye?"

Şêniyên Kobanê: Gelo ewlehî û aramiya herêmên me li ser Erdogan xetere ye?
Şêniyên Kobanê: Gelo ewlehî û aramiya herêmên me li ser Erdogan xetere ye?
Şêniyên Kobanê: Gelo ewlehî û aramiya herêmên me li ser Erdogan xetere ye?
Şêniyên Kobanê: Gelo ewlehî û aramiya herêmên me li ser Erdogan xetere ye?
11 ÇILE, 2019   08:28

KOBANÊ

Hewldanên Tirkiyê yên êrîşkirina herêmê bûye rojeva axaftinên şêniyên kantona Kobanê. Şênî siyaseta Tirkiyê red dikin û şermezar dikin. Di heman demê de tekez dikin dê rê nedin Tirkiyê ku bandorê li jiyana wan a asayî bike.

Tirkiye car caran gefa êrîşan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca dagirkirinê dixwe. Di hewldanekê de ji bo dubarekirina senaryoya herêmên bakurê Sûriyê ji Efrînê heta Cerablusê.

Girêdayî mijarê welatiyê bi navê Zekeriya Hisî xwediyê dikana cilan got: "Gelo Erdogan çi ji me dixwaza? Gelo ewlehî û aramiya herêmên me li ser wî xetere ye? Gelo çima şerê me û ewlehiya me dike û îdia dike ku ew şerê terorê dike?"

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Mihemed Şems El-Dîn xwediyê dikana alavên malan matmayîna xwe  ji Tirkiyê anî ziman û wiha got: "Ma Xwedê tenê Tirkiyê afirandiye? Yan jî em ji gerestêrkeke din in ji ber ku em Kurd in?"

Mihemed wiha domand: "Di pêşketin û avakirina şaristaniya ku em lê bi cih bûne, me cih girt. Me êrîşî kesekî nekiriye lê me xwe parastiye. Ev jî ji bo her gelekî mafekî rewa ye."

Mihemed avakirin û geşepêdana ku di bin banê rêveberiyê de ruxmî şert û mercên şer di hemû waran de destnîşan kir û got: "Em gelek evîndarê jiyanê ne û xêrxwaziya gelên din dixwaze. Hêviyên me di hemû waran de hertim ber bi herî baş ve bûn."

Di berdewama gotinên xwe de Mihemed diyar kir ku hemû penaber dixwazin vegerin lê ji ber gefên Tirkiyê û terora wê ya DAIŞ'ê rê li ber wan digire. Her wiha Mihemed destnîşan kir ku divê civaka navdewletî mudaxele bike, şêniyên herêmê ji terorê biparêzin û rê li ber Erdogan bigirin.

Girêdayî heman mijarê Diyana Mehmûd a ji Kobanê wiha got: "Şêniyên herêmê jiyana xwe ya asayî didomînin, ruxmî tevgera Tirkiyê ya dijminahî. Hemû gelên herêmê tê gihîşt ku ji bilî hêzên xwesr û hevgirtinê ti dostên me tune ne."

Tê zanîn ku Kobanê mîna piraniya bajarên Bakurê Sûriyê di hemû waran de gelek pêşde çûye û ewlehî lê serwer e. Ev destkeftî bi saya bi hezaran şehîdan, bi feraseta serkêşên wê û kedên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin.

(şx)

ANHA