ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-01-2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-01-2019
11 ÇILE, 2019   05:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

-Qonaxa dawî ya Pêngava Bagera Cizîrê ya ‘Şerê Tinekirina Terorê’ ku bi armanca rizgarkirina Hecînê ji aliyê QSD‘ê ve hatiye destpêkirin dê were şopandin.

-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên mertala zindî li Kobanê, Serêkaniyê û Minbicê ku ji bo şermezarkirina gefên Tirkiyê li dijî herêmê li ser sînor tê lidarxistin dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên navçeya Til Hemîsê sersaxiyê ji malbata şervanê QSD‘ê Weid Hemûd re, konê sersaxiyê li gundê Sekarî yê bajaroka Cezayê tê venda, saet 11:00. Her wiha cenazeyê Emîn Fayîz ê ku di şerê Tinekirina Terorê de şehîb bibû li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan tê veşartin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji mînakên dilgerm, dilsoz û fedakariyê yek jî têkoşer Vejîn Çiya (Dîlan Umer) ye. Vejîn Çiya koletî û teslîmkarî qebûl nekir, ji rêjîmê û komên çete re serî netewand û heya kêliya dawîn li ser soza xwe ma. Vejîn şeva 27‘ê Tîrmeha 2013‘an di encama kemîna çeteyên Cebhet El-Nusra dev li gundê Mezlûma yê başûrê Tirbespiyê tev li kerwanê şehîdên têkoşîna azadiyê bû. (BI WÊNE).

- Erdogan û hikumeta xwe bi îdiaya rizgarkirin herêmê û parastina gelê Kurd gefa êrîşan li herêmê dixwin. Mîna van îdiayan Erdogan beriya dagirkirina Efrînê jî ragihandibû, ma encam piştî dagirkeriyê çi bû? (BI WÊNE Û DÎMEN).

-5‘ê Adarê ji bo zarok Mihemed û Cûma Ebdulqadir rojeke tarî bû. Di vê rojê de çavê herdu zarokan di encamê êrîşa hawayî ya balafirên Tirkiyê kor bûn û niha jî bi hewcedariya alîkariyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemwelatiyên pêkhateyên Ereb ên Efrînê destnîşan kirin ku êrîşên dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê li ser Efrînê hevgirtina gelan kir hedef. Hemwelatiyan teqez kirin ku planên Tirkiyê bandorê li wan nake û dê piştî rizgarkirinê li Efrînê vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Serokeşîrên Reqayê piştgiriya xwe bi QSD‘ê re anîn ziman û kesên ku li ser navê wan li gel Tirkiyê hevdîtinan dike wekî çete bi nav kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên Kantona Efrînê destnîşan kirin ku armanca êrîşên Tirkiye li ser axa Sûriyê desthilatdariyeke Osmanî nû ava bike û bang li gelên herêmê kirin li hember gefên Tirkiye xwe bi rêxistin bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê destnîşan kirin ku Tirkiyê hewl dide sînaryoya herêmên dagirkirî li herêmê dubare bike. Her wiha diyar kirin ku penaber dixwazin vegerin lê terora Tirkiyê û gefa êrîşan rê li pêşiya wan digire û gotin: "Gelo Erdogan çi ji me dixwaze? Gelo ewlehî û aramiya herêmên me li ser wî xeter e?" (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Kiryarên hovane yên Osmaniyan li dijî gelên herêmê nayên hejmartin. Di dîrokê de wekî kiryarên herî biêş ên li dijî mirovahiyê têne nasîn. Dema ku Osmaniyan herêm dagir kir, dizî û talan karê wan ê sereke bû. Li Şamê jî li dijî welatiyan kiryarên hovane pêk anîn, li her taxeke Şamê xazûq belav kirin. (BI WÊNE).

-Di encamên şerê li herêmên cuda yên Sûriyê û koçberiya ber bi Bakurê Sûriyê ve Rêveberiya Xweseriya Demokratîk gelek kamp vekirine, ji wan Kampa Mebrûkayê ku dikarî bi rêya rêveberî û komînan koçberan bi rêxistin bikin û pêwîstiyên wan ên xizmetguzarî, perwerde û hwd bi cih tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Senherîb Bersûm destnîşan kir k  her kes, dîroka Osmaniya ya xwînmij dizane. Her wiha diyar kir ku hemûyan bûn hedefa vê siyasetê ya ku Erdogan hewl dide îro ji nû ve vegerîne. Senherîb teqez kir ku gelên herêmê ji pergalên zordestiyê û dîktetoriyê yên desthilatdar bi hêztir in. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li kantona Efrînê bi boneya salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê meşekê li dar dixe, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo xelatkirina tîmên di turnuveya futbolê ya Şehîdên Berxwedana Helebê de bi serketine şahiyekê li stada Şiqêf li dar dixe. Saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAK Û JIYAN

-Komîteya Tenduristiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê qonaxa yekemîn a sererastkirina nexweşxaneya Wetenî bi dawî kir, xebatên sererastkirina beşê meyîn berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA