Li Kampa Erîşayê Akademiya Şehîd Ezîz Ereb hate vekirin

Li Kampa Erîşayê ya kantona Hesekê ku derdora 10 hezar koçber û penaber dihewîne akademiyeke perwerdeyê bi navê "Şehîd Ezîz Ereb" hate vekirin.

Li Kampa Erîşayê Akademiya Şehîd Ezîz Ereb hate vekirin
Li Kampa Erîşayê Akademiya Şehîd Ezîz Ereb hate vekirin
Li Kampa Erîşayê Akademiya Şehîd Ezîz Ereb hate vekirin
10 ÇILE, 2019   18:06

HESEKÊ

Akademî bi merasîmekê ji aliyê Meclisa Kantona Hesekê ve hate vekirin. Bi dehan niştecihên kampê û endamên saziyên sivîl û meclisên Hesekê beşdarî merasîmê bûn.

Akademî bi mebesta perwerdekirina niştecihên kampê hate vekirin.

Merasîm bi xwendinekê li ser kurtejiyana şehîd Ezîz Ereb destpê kir ku yekemîn şehîd ê ji pêkhateyê Ereb di nava tevgera azadiya Kurdistanê de şehîd dibe.

Piştre Hevseroka Kantona Hesekê Semer Ebdullah axivî û got " Akademî cihê perwerde û zanistê û dê fêrbir fikira xwe geş bikin û zanistê bigirin, ji ber vê sedemê em akademiyê ji koçberan re vedikin."

Endama Rêveber a Kampa Erîşê û Rêvebera akademiyê Selwa Hecî rewşa kampê bi bîr xist û teqez kir ku vekirina akademiyê li kampê girîng e û destnîşan kir ku dê semînerên li ser jinelojî, netewa demokartîk, parastina rewa û civaka xwezayî û hwd werin dayîn.

Deriyê akademiyê ji aliyê Hevseroka Mecilsa Kantona Hesekê ve hate vekirin.

(dh)

ANHA