Hemed Şihada: Li dijî dagirkeriyê divê em yek bin

Endamê Buroya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêxê eşîreya Neîm Hemed Şihada di civîna rûspiyan a li bajarê Serêkaniyê de axivî û got: "Me şerê terorê kir û me bi hezaran şehîd dane, li kuderê be em ê li hemberî terorê bisekinin."

Hemed Şihada: Li dijî dagirkeriyê divê em yek bin
10 ÇILE, 2019   17:34

BASIL REŞÎD - SOZDAR XELÎL /HESEKÊ

Rûspiyên Ereb ji bo şîrovekirina rewşa siyasî û gefên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Serêkaniyê îro civînek lidar xistin.

Civîn li Hola Mîtan bi beşdarbûna bi dehan rûspiyên Ereb û nûnerên hin partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat.

Endamê Buroya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêxê eşîreya Neîm Hemed Şihada di civîn de axivî û girîngiya lidarxistina civînê destnîşan kir û got: "Civîn ji bo yekîtiya eşîryên herêmê li hemberî dagirkeriyê pir girîng e."

Şihada bal kişand li ser planên AKP‘ê di herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û got: "Dewleta Tirk bi pêşengtiya AKP‘ê planên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Li ser vê yekê wekî eşîreyên herêmê em hevgirtina xwe xurt bikin û li dijî gefên Erdogan ku komên çete yên ku destekê jê digirin bisekinin."

Şihada di berdewama axaftina xwe got: "Me şerê terorê kir û bi hezaran şehîd me dan, li kuderê be em ê şerê terorê bikin. Em parçebûna bihustek ji xaka Sûriyê û destwerdana derve qebûl nakin."

Hemed Şihada di nava axaftina xwe de bal kişand li ser girîngiya hevgirtinê û wiha anî ziman: "Divê em hevgirtina xwe xurt bikin û li dijî gefên dewleta Tirkiyê û êrîşên ku dixwazin dewleta Osmanî vegerînin bisekinin. Gelê herêmê bi jin, zarok û şêxên xwe dê li dijî her êrîşekê bê bersiv nemînin."

Endamê Buroya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şêxê eşîreya Neîm Hemed Şihada bang li şêx û rûspiyên herêmê kir ku nakokiyên xwe bidin aliyekî û ji hewldanên dagirkirinê bibin bersiv û got: "Erdogan kujerê zarokên Sûriyê ye."

ANHA