Şêniyên kantona Hesekê daketin qadan

Bi hezaran şêniyên Serêkaniyê, Dirbesiyê û Hesekê ji bo şermezarkirina komkujiya Parîsê û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan. Meşvanan got: “Heta azadiyê em ê şopdarên her sê jinên şoreşger bin” û “Ji dargirkeriya Tirkiyê-Erdogan re na”.

Şêniyên kantona Hesekê daketin qadan
Şêniyên kantona Hesekê daketin qadan
Şêniyên kantona Hesekê daketin qadan
Şêniyên kantona Hesekê daketin qadan
Şêniyên kantona Hesekê daketin qadan
Şêniyên kantona Hesekê daketin qadan
Şêniyên kantona Hesekê daketin qadan
Şêniyên kantona Hesekê daketin qadan
Şêniyên kantona Hesekê daketin qadan
Şêniyên kantona Hesekê daketin qadan
Şêniyên kantona Hesekê daketin qadan
9 ÇILE, 2019   14:02

HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên Serêkaniyê, Dirbesiyê û Hesekê  ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û 6’emîn salvegera komkujiya Parîsê ku sê jinên şoreşger Sakîne, Fîdan û Leyla ji aliyê îstixbaratên Tirkiyê ve hatin qetilkirin daketin qadan. Meşvanan gotin: “Heta azadiyê em ê şopdarên her sê jinên şoreşger bin” û “Ji dargirkeriya Tirkiyê-Erdogan re na”.

Serêkaniyê;

Bi sedan şêniyên bajarê Serêkaniyê li pêşiya mala gel a bajêr kom bûn. Şêniyan pankartên bi nivîsa,"Na ji terora Erdogan re", "Em ê bi rihê Sakîne û Avesta têkoşîna li dijî faşîzmê bilind bikin", "Soza me ye ku em pergala Îmralî yê hilweşînin û bi Rêberê xwe re azad bijîn", wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên her sê têkoşeran, ala QSD/YPJ/YPG`ê hildan. Meş ji ber mala gel dest pê kir û ber bi konê çalakiya mertalên zindî ya li ser sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de berdewam kir.

Meş li pêşiya konê çalakiya mertalên zindî veguherî mitîngê. Di mitîgê de drûşmeyên silavkirina berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin berzkirin. Hevsdroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah axivî, her sê têkoşer bi bîr anî û berxwedana gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir.

Semer di axaftina xwe de destnîşan kir ku îstixbaratên Tirkiyê her sê têkoşer li paytexta Fransa Parîsê qetil kirin û wiha got: “Komkujiya Parîsê sûcê li dijî mirovahiyê û jinan e. Komkujî teqez dike ku hindek alî hene ji aştî, zanebûn û azadiya jinan ditirsin.”

Di dawiyê de Semer Abdullah diyar kir ku ew ê heta bidestxistina azadiyê şopdarên rêya her sê têkoşeran bin, soza şopandina rêya hemû şehîdên tevgera azadiyê da û got: “Tu kes nikare îradeya me bişkîne.”

Dirbêsiyê;

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina qetilkirina her sê jinên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez daketin qadan.

Meş ji pêşiya navenda Ciwanên Şoreşger destpêkir, şêniyan pankartên “Em ê bi rihê Sakîne û Avesta yan tekoşîna li dijî faşîzmê tune bikin û soza me ye em pergala Îmaraliyê bişkînin” hildan.

Piştî ku meşvan gihan çerxereya Şehîdan axaftin hatin kirn. Li ser navê Kongreya Star Evîn Başûr axivî û qetilkirina tekoşeran şermezar kir û wiha got:"Armanca qetilkirinê ji bo ku derbeyê li destkeftiyên jina kurd bixin."

Meş bi drûşmeyên şermezarkirina komkujiyê bi dawî bû.

Hesekê;

Îro Kongreya Star a bajarê Hesekê bi boneya salvegera 6`an a komkujiya Parîsê ku heta niha hikumeta Feransa dike ku ji aliyên kesên nenas ve hatine qetilkirin tevî ku dagirkeriya Tirkiyê ev komkujî pêk anî, meşek li dar xist.

Di meşa ku ji pêşiya çerxereya Sênalko dest pêkir û li çerxereya îtifayê li taxa Til Hecir bi dawî bû, bi sedan şêniyên bajêr ku alên Kongreya Star, PYD`ê û wêneyên tekoşeran hildabûn, amade bûn.

Meşvanan pankartên "Bi îradeya jinan em ê dagirkeriyê hilweşînin, bijî biratiya gelan, em ê destê her kesê ku nêzî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe bişkînin, bi rihê Sakîne û Evîsta em ê tekoşîna xwe bilind bikin û terorê tine bikin" hilda bûn.

Meş bi deqeyeke rêzgirtinê dest pêkir, paşê ji aliyê Kongreya Star endama rêveberiyê Mûna Yûsif axivî û komkujî şermezar kir û destnîşan kir ku komploya ku ji aliyê cîhanê tê kirin, hîna li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dewam dike.

Mûna ji hikumeta Feransa xwest ku di zûtirîn dem de kesên ev komkujî kirin hesabê bixwazin û teqez kir ku mîna van kiryaran nikarin îradeya jinan bişkînin.

Paşê nûnerê Qebîla El-Cebûr Ekrem Mehşûş destnîşan kir ku hemû eşîr amade ne li pêşiya dijminatiya Tirkiyê ya faşîst bisekinin.

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina komkujiyê bi dawî bû.

(ekîp)

ANHA