Li Minbicê teqîn-HATE NÛKIRIN

Li rojhilatê bajarê Minbicê di nava baxçeyekî darên zeytûnan mayînek teqiya.

Li Minbicê teqîn-HATE NÛKIRIN
8 ÇILE, 2019   18:36

MINBIC

Teqîn beriya çend kêliyan di baxçeyekî darên zeytûnan de, li ser rêya Cizîrê, nêzî firneya Newres a rojhilatê bajarê Minbicê pêk hat.

Nûçegihanên me diyar kirin ku di encama teqînê de sivîlek birîndar bû. 

Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dane cihê teqînê û lêpirsîn dane destpêkirin.

Berpirsên Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kirin ku kiryarên bi vî awayî bi armanca têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina tevliheviyê têne kirin.

ANHA