‘Rêxistinbûyîn û têgihiştina siyasî dê planên Tirkiyê têk bibe‘

Îlham Ehmed: Berxwedan û hevgirtina gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî gefên dagirkeriya Tirkiyê asta rêxistinbûyîn têgihiştina gel ji rastiya siyasetên Tirkiyê li dijî ewlehiya herêmê diyar dike. Bi rêxistinbûyîn û têgihiştina siyasî dê planên Tirkiyê têk biçin.

‘Rêxistinbûyîn û têgihiştina siyasî dê planên Tirkiyê têk bibe‘
‘Rêxistinbûyîn û têgihiştina siyasî dê planên Tirkiyê têk bibe‘
‘Rêxistinbûyîn û têgihiştina siyasî dê planên Tirkiyê têk bibe‘
‘Rêxistinbûyîn û têgihiştina siyasî dê planên Tirkiyê têk bibe‘
‘Rêxistinbûyîn û têgihiştina siyasî dê planên Tirkiyê têk bibe‘
8 ÇILE, 2019   18:59

MINBIC

Li ser banga Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê bi sedan ciwanên herêma Firatê, Reqa, Dêrazor, Tebqa û Seroka Desteya Rêveber a MSD‘ê Îlham Ehmed beşdarî çalakiya li dijî gefên Tirkiyê ya bi dirûşmeya "Ji dagirkeriya Tirkiyê li xaka Sûriyê re na" bûn.

Konê çalakiyê li dibistana Xesaniya ya bajarê Minbicê hatibû venda. Kon bi pankartên bi nivîsên şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê û silavkirina berxwedana jinan hatibû xemilandin. Her wiha pankartên "Bi hêza jinên ciwan em ê xaka xwe rizgar bikin", "Ji dagirkeriya Tirkiyê re na û bijî Sûriyeya azad" û "Ciwanên Firatê pêşengên rizgarî û dê tolê ji Erdogan rakin" hatin daliqandin.

Çalakî bi axaftina endama Rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Medya Mihemed dest pê kir. Medya girîngiya hevgirtina ciwanan li hemberî dagirkeriya Tirkiyê destnîşan kir û banga mezinkirina têkoşînê kir.

Paşê Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) çalakiya ku ji aliyê jinên ciwanan li dijî dagirkeriya Tirkiyê silav kir.

Îlham Ehmed anî ziman ku herêmê rastî gefên û êrîşên cidî ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê vet ê û wiha domand: "Di heman demê de ji aliyê hêzên dîtir jî zext li ser me têne kirin ku dixwazin herêmên me yên ku bi xwîna keç û xortên me hatine rizgarkirin dagir bikin."

Îlham Ehmed bal kişand ku berxwedan û hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê asta rêxistinbûyîn û têgihiştina gel ji siyasetên Tirkiyê li hemberî ewlehiya herêmê diyar dike, rêxistin û têgihiştina gel dê planên Tirkiyê têk bibe.

Îlham Ehmed anî ziman ku jinên ciwan dê civakeke demokratî rêxistinkirin li ser bingehê azadiya jin û civakî ava bike.

Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Me pişta xwe nedaye hêzên derve rêxistina me hêza me ye. Em ê bi hêza xwe herêmên xwe biparêzin û Sûriya ber bi demokrasî û azadiyê bibin."

Di çalakiyê de axaftin ji aliyê şandeyên ciwanan ên Reqa, Minbic û Dêrazorê ve hatin kirin. Di axaftinan de destwerdanên derve di Srûiyê de hatin şermezarkirin û soza têkoşînê li hember aliyên ku dixwazin Sûriyê dagir bikin hate dayîn. Her wiha bang civaka navdewletî  hate kirin ku destekê bidin avakirina Sûriyeke ne navendî û demokratîk ku hêviyên tevahî gelê Sûriyê bi cih bîne.

Çalakî bi dirûşmeyên banga yekitiyê hate kirin.

ANHA