Sersaxî ji malbata şehîd Bakur re hat xwestin

Şêniyên bajarê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Baqir Nehsan re xwestin. Malbata şehîd diyar kir ku ew ê bi saya ked û xwîna şehîdan serbikevin.

Sersaxî ji malbata şehîd Bakur re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Bakur re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Bakur re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Bakur re hat xwestin
8 ÇILE, 2019   12:58

KOBANÊ

Şêniyên Kobanê beşdarî merasima sersaxiyê yê şervanê YPG`ê, Baqir Nehsan (Bakur) ê yê ku di qonxa dawî ya Pêngava Bagara Cizîrê de şehîd bibû, bûn. Konê sersaxiyê li gundê Qeremux ê rojhilatê bajarê Kobanê hat vedan. Şêniyên Kobanê, endamên Asayîş, YPG, Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl tevlî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Li ser navê rêveberiya Meclisa bajaroka Şêranê Litfî Mehmud axivî. Litfî di serî de sersaxî ji malbatê re xwest û diyar kir ku ew soz didin ku heta dawiyê li ser doza şehîdên xwe bimeşin, heta welatek azad ava bikin.

Li ser navê malbata Şehîd Bakur, Xelîl Mislim axivî û wiha got: “Bakur û sê birayên xwe cihê xwe di nava şervanên şoreşê de girtin. Em ê jî bi saya ked û xwîna şehîdan ser bikevin.”

Merasîm, bi dirûşmeya" Şehîd namrin" bi dawî bû.

(hk)

ANHA