Elûş El-Ayid: Civînên gel digihîjin armancên xwe

Hevserokê Meclisa Sivîl a Tebqayê Elûş El-Ayid teqez kir ku civînên meclisê bi koordîneya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê li ser rastiya armanca êrîşên Tirkiyê pêk tên û ev civîn digihîjin armancên xwe.

Elûş El-Ayid: Civînên gel digihîjin armancên xwe
7 ÇILE, 2019   09:01

TEBQA

Piştî ku serokkomarê dewleta Tirk a dagirker gefên êrîşan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin, Meclisa Sivîl a Tebqayê rêzecivîn li Tebqa û gundewarên wê li dar xistin. Heta niha zêdetirî 12 civîn hatine lidarxistin. Hevserokê Meclisa Sivîl a Tebqayê Elûş El-Ayid encamên civînan nirxandin û got ew rastiya komployên li dijî herêmê digihînin gel.

Elûş El-Ayid di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser armancên civînên xwe û wiha axivî: “Armanca civînên me ji bo detayên rastîn ên rewşa siyasî û leşkerî ji şêniyên herêmê re şîrove bikin. Her wiha me şêniyên herêmê li ser şerê taybet ku dijmin bi rêya dazgehên çapemeniyê fitne û tevliheviyê li herêmê belav dike û rastiya projeya Osmanî ku Erdogan hewl dide li herêmê pêk bîne, hişyar kir.”

El-Ayid destnîşan kir ku wan armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker ji gel re şîrove kir û wiha pê de çû: “Ji ber ku dewlemendiya herêmê ya binerd, di nava hêzên hundirîn û derve de bûye qada nakokiyan. Ne tenê berhemên binerd, lê belê biratiya gelan a herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû sedem ku hindek dewlet bi taybet Tirkiye herêmê bike hedef. Li Tirkiyê gelek aloziyên hundirîn hene û ditirse projeya demokratîk a herêmê derbasî Tirkiyê bibe, ji ber wê têkbirina projeyê armanc dike."

El-Ayid tekez kir ku encamên wan civînan erênî bûn, gel bi tevahiya pêkhateyên xwe ve dest birêxistinkirinê kir û li dora hêzên leşkerî kom bûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk a dagirker li ser zimanê Erdogan niyeta xwe ji bo êrîşên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû. Her wiha Erdogan ragihand ku di êrîşên xwe de dê “Artêşa Azad” bi kar bîne û bi rêya dezgehên çapemeniyê yên girêdayî xwe komkirina wan hêzan li ser sînorên Bakurê Sûriyê di çarçoveya pêkanîna êrîşeke leşkerî de belav dike.

(şx)

ANHA