‘Dijminahiya xwîna zarokên me dikin, lê dîsa jî em yekitiyê dixwazin’

Malbatên şehîdan ên bajarê Qamişlo însiyatîfa KNK-Rojava ji bo yekgirtina partiyên Kurd wek gavek pîroz dibînin û bang li partiyên siyasî yên Kurd kir ku tev li însiyatîfê bibin û wiha got: “Her çendî hinek partî dijminahiya xwîna zarokên me dikin jî, lê em dîsa jî yekitiyê dixwazin.”

‘Dijminahiya xwîna zarokên me dikin, lê dîsa jî em yekitiyê dixwazin’
‘Dijminahiya xwîna zarokên me dikin, lê dîsa jî em yekitiyê dixwazin’
‘Dijminahiya xwîna zarokên me dikin, lê dîsa jî em yekitiyê dixwazin’
‘Dijminahiya xwîna zarokên me dikin, lê dîsa jî em yekitiyê dixwazin’
‘Dijminahiya xwîna zarokên me dikin, lê dîsa jî em yekitiyê dixwazin’
7 ÇILE, 2019   08:36

EHMED SEMÎR - SILAVA EBDULREHMAN / QAMIŞLO

Bi însiyatîfa Desteya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) şaxê Rojava, komîteyek ji 5 endaman hate avakirin. Erka vê komîteyê ew e ku bi hemû partiyên siyasî yên kurdî re têkiliyan deyne da ku yekitiya kurdî ava bikin.

Malbatên şehîdan diyar kir ku vê hewldanê pîroz dibînin.

Girêdayî mijarê bavê şehîd Diyar, Elî Umer destnîşan kir ku pêvajoya heyî pêvajoyeke hesas e û ji partiyên siyasî yên kurdî yekitî tê xwestin û wiha pê de çû: “Bi taybet jî ew partiyên ku ji destkeftiyên Rojava dûr in. Em wek malbatên şehîdan vê însiyatîfa kongreyê baş û pîroz dibînin. Li rexmî ku hinek partiyên siyasî dijminahiya destkeftiyên ku zarokên me bi xwîna xwe qezenc kirin dikin jî, em dîsa yekitiyê dixwazin. Ji ber ku ev dikeve xizmeta gelê Kurd û mirovahiyê.”

Elî Umer anî ziman ku dema yekitiya aliyê kurdî çêbû, dê ew pir keyfxweş bibin û wiha axivî: “Wek bavê şehîdekî ruxmî ku hindek partiyan dijminahiya xwîna zarên me dikin, êrîşî destkeftiyên şehîdan dikin jî, lê dîsa jî ez banga yekitiya aliyên siyasî yên Kurd dikim.”

Di dawiyê de Elî Umer bavê şehîd Diyar, bang li tevgerên siyasî yên Kurd û kesayetên serbixwe kir ku tev li însiyatîfa KNK'ê bibin.

‘Yekitî xwesteka gel e’

Birayê şehîd Ciwan Qertmînî, Ferhan Qertmînî jî însiyatîfa KNK'ê pîroz kir û wiha got: “Hinek partî li hincetan digerin ku tev li yekitiya kurdî nebin. Mixabin li şûna ku yekitiyê pêk bînin, li ser dezgehên çapemeniyê dijminahiyê dikin. Ne tenê dijminahî, di heman demê de yekitiya Kurd asteng jî dikin.”

Qertmînî pêwîstiya yekrêziya refên partiyên siyasî yên Kurd teqez kir wiha pê de çû: “Ji bo parastina destkeftiyên bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, yekitiya aliyên siyasî yên Kurd xwesteka gel bi giştî ye.”

Ferhan Qertmînî di berdewama gotinên xwe de ev tişt anîn ziman: “Bila hemû kes bizanin Partiya Yekitiya Demokratîk, MSD û QSD ne zeîf in, mîna ku hindek îdia dikin. Ji ber wê bang li yekitiya refa kurdî dikin. Berovajî ku îdia dikin, niha rêveberî ji berê bêtir bi hêz e.”

Dayika Şehîd Nûr El-Dîn Kilo, Şemsê Xan jî destnîşan kir ku ev bi salan e gelê Kurd yekitiyê dixwaze û wiha got: “Em piştgiriya însiyatîfa KNK'ê dikin, ji ber ku yekitiya xîtaba partiyên siyasî kiriye armanc. Em ne lawaz in. Lê di dawiyê de divê ev yekitî pêk were. Êdî cîhan hesaba hêza me dike. Civaka navdewletî û tevahiya cîhanê qala lehengî û fedekariyên me dikin. Lewre divê em destên xwe bikin yek û yekitiya xwe ava bikin.”

Şêniyê bi navê Lezgîn Elî jî nêrînên xwe yên li ser însiyatîfê wiha anîn ziman: “Hindek partiyên siyasî ku însiyatîfê red dikin, ji ber ku di hembêzên otelên Stanbolê de ne û bi hinceta serbestberdana girtiyên siyasî însiyatîfê red dikin. Lezgîn Elî wiha got: “Rêveberiya Xweser deriyên xwe vekirin û dê girtiyên wan serbest berde, lê di nêrîna min de dê dîsa jî tev li însiyatîfê nabin.”

(şx)

ANHA