Mayinên DAIŞ'ê hêviyên şêniyên Reqayê şikandin

Dagirkirina 3 salan ne bes bû, heta ku çeteyan bi hezaran mayin li malên şêniyên Reqayê çandin. Di encamê de hêviyên zêdetirî hezar sivîlan ku dixwest bi kêf û şadî li kolanên bajarê xwe bijîn, piştî rizgarkirinê şikandin.

Mayinên DAIŞ'ê hêviyên şêniyên Reqayê şikandin
7 ÇILE, 2019   08:03

XALID EL-CUMA / REQA

Çeteyên DAIŞ'ê beriya ku ji bajarê Reqayê bên derxistin, bi hezaran mayin lê çandin û bûn sedema kuştina bi sedan welatiyan û astengdarkirina bi hezaran.

Li gorî Buroya Astengdariyên Taybet a Meclisa Sivîl a Reqayê, hejmara kartên astengdariyê yên ku buroyê dane, 4 hezar û 200 e. Ji wan zêdetirî hezar kart ên jin, mêr û zarokan in ku aliyek an jî endamek ji laşê xwe winda kirine.

Piştî ku şênî vegerîn Reqayê û bi kêfxweşî derbasî malên xwe bûn, nedizanîn ka çeteyan malên wan bi cuda cureyên mayinan çandine. Di encama wan mayinan de hindek ji wan mirin û hindek jî astengdar bûn.

Reqa ji salên di navbera 2014-2017'an de di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ma. QSD'ê di 17'ê Cotmeha 2017'an de piştî şerên dijwar di kolanên bajêr de, Reqa rizgar kir.

Ruxmî ku rêxistinên têkildar bajarê Reqayê ji mayinan paqij kir, lê miqdara zêde ya mayinên ku çeteyan li şûn xwe çandibûn têrê dikir ku zirarên mezin bigihînin şêniyan.

Buroya Astengdariya Taybet girêdayî Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ye. Erka buroyê ew e ku haletên mirovî yên astengdariyê di encama şer de û astegdariyê beriya şer belge û arşîv bike.

Girêdayî mijarê hevseroka Buroya Astengdariya Taybet Emîre El-Hesen ji ajansa me re axivî û wiha got: "Tiştên ku me ji astengdaran re pêşkêş kirine ne hêjayî bibîrxistinê ne. Hejmara astengdariyên ku me anîne ziman, ne hejmara rastîn e, ya Reqa û gundewarê wê. Ji ber ku tenê hejmara ku Meclisa Sivîl a Reqayê bi me re parve kiriye, me belge kiriye."

Emîre wiha domand: "Heta niha ji hejmara astengdarên ku me tomar kirine, bi awayekî cidî tu alîkarî nehatiye pêşkêşkirin. Tenê bi rêjeya ji sedî 3 alîkariya wan hatiye kirin."

Di dawiyê de Emîre bang li rêxistinên mirovî û xêrxwazan kir ku desteka pêwîst ji kesên astengdar ên Reqayê re pêşkêş bikin.

Zarokê bi navê Xelîl El-Ehmed di encama şer de ji serê xwe û zikê xwe ji aliyê rastê ve birîndar dibe û astengdar bûye. Seroka buroyê bi bîr xist ku Xelîl piştî ku buroyê û hindek şêniyên Reqayê lêçûna niştergeriya pêwîst kom kirine dê Xelîl bişînin peytexta Sûriyê Şamê da ku di meha bê de niştergeriyê bike.

Xelîl ji ajansa me re diyar kir ku tenê hêviyek wî heye, piştî rehet bibe dixwaze vegere dibistanê, xwendina xwe bidomîne û bi hevalên xwe re bilîze.

(şx)

ANHA