Ciwanên Dirbêsiyê: Em nahêlin Tirkiye herêma me parçe bike

Ciwanên navçeya Dirbêsiyê got "Armanca Tirkiyê parçekirina Sûriyê y elê em nahêlin ev armanc bigihîjin serî. " Ciwanan bal kişand ku dagirkeriya Tirkiyê hewl dide tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe û berhemên herêmê talan bikin.

Ciwanên Dirbêsiyê: Em nahêlin Tirkiye herêma me parçe bike
7 ÇILE, 2019   07:44

OLVA HEC MENSÛR / HESEKÊ

Têkildarî gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nerazîbûn zêde dibin. Ciwanên navçeya Tirbespiyê ya kantona Hesekê li ser mijarê nêrînên xwe ji ajansa me ANHA‘yê re parve kirin. Ciwanan teqez kir ku biryara wan berxwedan û têkoşîna li dijî dagirkeriyê ye.

Bîlal Hesen gefên Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û wiha got: "Bi saya xwîna şehîdan em li bajarê xwe di nava aramî û ewlehiyê de dijîn. Wekî ciwanên navçeya Dirbêsiyê em gefên Tirkiyê û destwerdanên derve napejirînin, em ê bi canê xwe li ber xwe bidin da ku nehêlin teror derbasî herêmên me bibe.”

Danî Mihemed berxwedana şervanên YPG, YPJ û QSD‘ê silav kir û wiha domand: "Wek ciwanên navçeya Dirbêsiyê em ê li hember destwerdanên derve li herêmên me şer bikin. Em ê li rex hêzên xwe yên leşkerî şer bikin û nahêlin xaka me were dagirkirin. Bi saya şervanên me xetereya çeteyên DAIŞ‘ê ji holê rabû û bi îradeya xwe ya azad em ê dagirkeriya Tirkiyê jî têk bibin."

Mihemed diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê dixwaze herêmê parçe bike û got wek ciwanan parçekirina Sûriyê napejirînin û dê li hember dagirkeriya Tirkiye û çeteyên wê bisekinin.

Hemîd Xidir jî diyar kir ku ew bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jiyana hevbeş didomînin û wiha anî ziman: “Armanca Erdogan ji van gefan tevliheviyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe û berhemên herêmê talan bike.”

Xidir teqez kir ku ew ê li hember destwerdanên derve bisekinin.

(dh)

ANHA