Osmanî û neviyên wan ên Tirk... Komkujiyên li dijî misilman û xiristiyanan - 1

Tirkên niha ji çolên di navbera rojhilatê çiyayên Altay û rojavayê deryaya Xezarê ya li Asyaya Navîn de hatine ku ew cih û warê Tirkan e. Piştî ku Mongolan bi fermandariya Cengîz Xan Xorasan dagir kir, Eşîra Qay ku bavikên Tirkan e ji wan herêman koçber bûn û hatin deştên bakur û rojavayê Ermînyayê nêzî bajarê Xelatê.

Osmanî û neviyên wan ên Tirk... Komkujiyên li dijî misilman û xiristiyanan - 1
7 ÇILE, 2019   05:20

Filistîn buhayê xiyaneta Osmaniyan dide, Erdogan filistîniyan dixapîne

YEHYA HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Di sala 1229`an de Sultan Celaledîn Elxarizmî li wê herêmê şer bi rê ve bir, di encamê de ew eşîra Tirkan ji herêma Xelatê koçber bû û xwe berda hewzeya çemê Dîcleyê. Ji wir êdî bi navê îslamê dest bi dagirkirina herêmê kirin û desthilatdariya xwe fireh kirin, lê di vê pêvajoyê de li dijî gelên herêmê gelek komkujî pêk anîn, bûne şirîkên gelek hevpeymanên ku heta roja îro gelên rojhilata navîn û bakurê Afrîkayê êşên wê dikişînin.

Destpêk li Filistînê bû ku niha pirsgirêga Ereban a yekemîn e. Erdogan doza Filstînê bi kar tîne ku xwe di nava misilmanan de bide qebûlkirin, Erdogan wisa dide xuyakirin ku Tirk û Osmanî ji bo azadiya gelê Filistînê tê dikoşin.

Tê zanîn ku hebûna Îsraîlê li Filistîne wiha ji nişka ve çênebû, ew di encama plana bi destê Brîtanyayê bû û dewleta Osmaniyan a “nexweş” alîkariya pêkanîna vê planê kir û rê da Cihûyan ku erdên Filstînê bikirin, ev plan destpêka salên 1800’î dest pê kir û ta ragihandina dewleta Îsraîlê di sala 1948’an de, dewam kir.

Niştecihbûna Cihûyan di sala 1835`an de li ser destê maldarê Cihû yê bi navê Mûsa Montfiyûrî pêk hat. Wê demê hejmara Cihûyan hezar û 500 kes bû, lê di sala 1840`an de serokwezîrê Brîtanyayê Balmrston ji balyozê xwe yê Astanayê xwest ku ji sultanê Osmanî bixwaze da rê bide Cihûyan ku biçin Filistînê. Sultan jî ev tişt pejirand û hejmara Cihûyan gihîşt 10 hezar kesan.

Di vê demê de Cihûyan erdên beyar bi erêkirina Osmaniyan dikirîn, paşê rêzebank hatin damezirandin û bûne jêdera aborî ya Cihûyan ku hebûna xwe li herêma Ereban û bi taybet li Filistînê bi hêz bikin.

Montfiyûrî ji Osmaniyan ferman wergirt ku erdan bikire û di sala 1854`an de yekemîn taxa niştecihan li Qudsê ava dike, navê wê taxê jî bû taxa Montfiyûrî. Vê yekê hişt ku hejmara Cihûyan li Filistînê zêde bibe, piştî avakirina taxê di encama koça ji welatên rojava hejmar gihîşte 12 hezar kesan.

Filistîn di dema Îtîhad û Tereqiyê de

Serdema desthiladariya Sultan Ebdilhemîdê duyemîn derbeyeke mezin bû ji gelê Filistînê re. Rêberê tevgera sîyonîzma cîhanî Teodor Herzl her tim hewl dida Sultan Ebdilhemîd razî bike ku dest ji erdê Filistînê berde û bide Cihûyan, tevî ku Sultan ev tişt nepejirand jî lê rê li pêşiya koça Cihûyan a ber bi Filistînê ve vekir.

Di wê serdemê de rêzeguhertin pêk hatin, pêla koçberiya ber bi Filistînê ve zêde bû, li Ewropayê jî rêxistina sîyonîzma cîhanî û Sindoqa Navneteweyî a Cihûyan hate damezirandin, van her du rêxistinan pêla koça Cihûyan ya ber bi Filistînê ve zêde kir û dest bi kirîna erdan û avakirina cihên niştecihbûnê kir. Sultan Ebdilhemîd haj van siyasetan hemûyan hebû lê tiştek nekir, lê belê di wê demê de Ebdilhemîd li dijî Erebên ku li hember dagirkeriya Osmaniyan serî hildan, komkujî pêk anîn.

Piştî ku Îtîhad û Teraqî li dijî Sultan Ebdilhemîd rabûn û di sala 1908`an de hatin ser desthilatdariyê, rewş aloztir bû. Îtîhad û Teraqî ku ji aliyê masonan ve hatiye avakirin, hebûna Cihûyan kir rastiyeke li ser erdê.

Di sala 1920`an de dewleta Osmaniyan Peymana Sevrê imze kir. Li gorî wê dest ji Filistînê berdan û da Brîtanyayê û wê jî di wê salê de mêtingeriya li ser Filistînê ragihand û paşê radestî Cihûyan kir.

Di serdema desthilatdariya Mistefa Kemal Ataturk de dewleta Osmanî tune bû û hemû aliyên dewletê ketin destê Ataturk. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê yê wê demê Îsmet Înono di sala 1922`yan de Peymana Lozanê îmze kir û li gorî wê li şûna dewleta Osmanî dewleta Tirkiyê wek dewleteke serbixwe hate ragihandin. Xelîfeyê Osmaniyan ji welat derxistin, dest danîn ser milkên wî, bi vî awayî Filistîn ma di bin desthilatdariya Brîtanyayê de.

Filsitîn û Seferberî

Nivîskar Ebdilmecîd Elfahom di pirtûka xwe ya bi navê ‘Filistîn, Qurban û Celad’ de behsa kiryar û komkujiyên Osmaniyan yên li dijî Filistîn û gelê Filistînê dike. Di beşa pirtûkê ya bi sernivîsa ‘Seferberî’ de behsa êş û azarên filistîniyan dike ku çawa hêzên Tirkan bi darê zorê xwarina wan ji wan distand û wiha pê de diçe: “Tişta pir tirsnak ku bi serê welatiyên herêmê hat xwedîkirin û xwedîkirina hêzên Tirkan ên li herêmê bû. Di wê demê de pêdiviya welatiyan bi xwarinê hebû ku malbatên xwe xwedî bikin. Hêzên li wê derê bê xwarin bûn, her wiha bê disîplîn bûn. Piştî ku Ehmed Cemal Paşa wek fermandar û hakimê leşkerî hate erkdarkirin, hikûmetê destê wî jê re berda, wî jî rewşa leşkerî ya awarte ragihand û zagonên awarte li ser welatiyan ferz kirin.”

Nivîskar Harûn Haşim Reşîd jî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Deryavaniya Bêberav’ de behsa wê dike ka çawa Osmaniyan di dema seferberiyê de bavê wî û gelek malbatên din bi darê zorê ji bajarê Xezayê derxistin.

Tirkiye... Yekemîn dewleta misilman ku Îsraîlê rewa nas dike

Piştî ku Îsraîl di sala 1948`an de li ser axa Filistînê hate avakirin, Tirkiye yek ji yekemîn dewletên misilman bû ku Îsraîl nas kir. Ev yek di sala 1949`an de ango piştî salekê pêk hat.

Piştî ku Tirkiyê Îsraîl wek rewa nas kir, gelek hevpeyman jî pê re li dar xistin. Di sala 1958`an de serokwezîrê Îsraîlê Dêvîk Coryon bi dizî çû serdana Tirkiyê û bi serokê Tirkiyê yê wê demê Adnan Menderes re civiya. Li ser binesaziya têkiliyên her du aliyan li hev kirin, di encama wê lihevhatinê de nêzî 34 hezar Cihû ji Tirkiyê çûn Filistînê û balyozxaneya Tirkiyê jî li Tilevîvê vebû, bi vî awayî helwesta Tirkiyê ya piştgiriya projeya Cihûyan li Filistînê xuya bû.

Piştî êrîşa sêalî ya li dijî Misrê di sala 1956`an de û di encama fişara gel de, hikûmeta Tirkiye neçar ma ku balyozxaneya xwe ji Tilevîvê vekişîne û nûnerê xwe wek sekreterê duyemîn li wir hişt. Lê di sala 1983`yan de dîsa têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê nû bûn, Tirkiyê têkiliyên xwe yên aborî bi dewletên erebî re kêm kirin û berê pereyên xwe û hilberîna xwe da Îsraîlê. Di encamê de aboriya Îsraîlê pir geş bû. Têkiliyên her du aliyan ji wê demê û şûn ve kêm û zêde dibûn ta serdema desthilatdariya AKP`ê di sala 2002`yan de, êdî têkiliyên her du aliyan gihîştin lûtkeyê.

Erdogan destê xwe da destê Şaronê kujerê filistîniyan

Di Gulana sala 2005`an de Erdogan ku serokwezîrê Tirkiyê bû, serkêşiya şandeyeke Tirkiyê kir û çû serdana Îsraîlê û bi serokê Îsraîlê Moşê Katsaf, wezîrê karên derve Sîlvan Şalom û serokwezîr Ariyel Şaron re hevdîtin kirin.

Erdogan çawa gihîşt Îsraîlê, çû cihê serokê Îsraîlê Moşê Kastaf yê li Qudsê û dema ku bi Ariyel Şaron re hevdîtin kir, Şaron pêşwaziya wî kir û jê re got “Tu bi xêr hatî Qudsê, bajarê me yê pîroz paytexta Îsraîlê.” Lê Erdogan tenê dikenî ango wî axaftina Şaron dipejirand.

Erdogan dest ji Xezayê û daxwazên navdewletî yên vekirina dorpêçê jî berda û hikûmeta wî di sala 2016`an de bi gelek dewletên Ewropayê re hevpeyman pêk anîn ku têkiliyên bi Îsraîlê re nû bike. Jixwe têkiliya her du welatan di sala 2010`an de aloz bûbû, dema ku Îsraîlê 10 çalakvanên Tirk ên keştiya Mavi Marmara ku dixwest xwe bigihîne Xezaya dorpêçkirî, kuştin.

Di hevpeymana lihevkirinê ya Tirkiye û Îsraîlê de wiha hate nivîsîn: “Quds paytexta Îsraîlê ye û Enqere paytexta Tirkiyê ye.”

Di Kanûna sala 2017`an de balyozê Tirkiyê ji i24news`ê re got ku welatê wî ne li dijî veguheztina balyozxaneya Amerîkayê bo Qudsê ye û wiha got: “Em tenê hêvî dikin ku veguheztina balyozxaneya Amerîkayê ji Tilevîvê bo Qudsê, ku serokê Amerîka yê nû Donald Trump ragihandiye, bandorê li hewldanên aştiyê neke.”

Têkiliyên kûr ên leşkerî û aborî

Têkiliyên leşkerî yên Tirkiye û Îsraîlê di sala 1955                `an de dest pê kir, di sala 1958`an de yekemîn gavên şênber hatin avêtin û di navbera her du hêzan de perwerde hatin pêkanîn û Tirkiyê di sala 1974`an çek ji Îsraîlê kirîn. Yekemîn xiyanet û êrîşa hevbeş li dijî gelê Filistînê di sala 1982`yan de pêk hat, dema ku Îsraîlê êrîşî Lubnanê kir, her du alî ji bo danasîna cihên berxwedêran di nava hevkariyê de bûn.

Derbeya mezin a li dijî berxwedana Filistînê di sala 1996`an de pêk hat, dema ku serokkomarê Tirkiyê yê wê demê Suleyman Demirel çû serdana Îsraîlê, di wê serdanê de encama civîna cîgirê fermandarê artêşa Tirk Çevik Bir û fermandarên Îsraîlê eşkere kirin.

Li gorî hevpeymanê dê Îsraîl dîmenên asmanî yên baregehên Kurdan li Sûriye, Iraq û Tirkiyê bide Tirkiyê, hêzên Tirk jî dê agahiyan der barê berxwedana Filistînê de bidin Îsraîlê.

Tirkiyê gelek hevpeyman bi Îsraîlê re îmze kirin. Ji wan hevpeymanan hevkariya di warê pîşesaziya parastinê û yên bazirganiyê de, hêzên Tirkiye, Îsraîl û Amerîkayê tetbîqatên leşkerî yên hevbeş li Derya Spî pêk anîn, niha jî Îsraîl tank û balafirên şer ên Tirkiyê nûjen dike.

Erdogan bi axaftinan dixwaze bi hestên filistîniyan bilîze

Ji dema ku hate ser desthilatdariyê ve Erdogan hewl dide hestên Tirkan û misilmanan bibe aliyê xwe, her tim gotinên berovajî kiryarên xwe dibêje û hewl dide bibe siyasetmedarê ku tiliya wî di nava hemû tiştî de heye.

Di axaftineke xwe de Erdogan wiha dibêje: “Em hestên artêşa Selahedînê Eyûbî ku ber bi Qudsê ve diçe, hildigirin.” Bi vî awayî doza Filistînê ji xwe re bi kar tîne û di ragihandinê de nîşan dide, lê di rastiyê de têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê her mezintir dibin û bi taybet jî yên aborî.

Di heman dema ku Tirkiyê digot wan têkiliyên xwe bi Îsraîlê re birîne, asta kirîn û firotina di navbera her du welatan de bilind dibû. Rojnameya Bedîot Ehronot diyar kir ku dema Erdogan piştî bûyera keştiya Mavî Marmara di ragihandinê de êrîş dikir, kurê wî yê mezin Burak Erdogan xwediyê Şirketa MB ya veguheztina deryayî bi Tilevîvê re bazarên xwe dewam dikirin, van têkiliyan di dema bilindbûna aloziya têkiliyên Tirkiye-Îsraîlê de jî dewam kir. Rojnameyê diyar kir ku têkiliyên bazirganiyê yên kurê Erdogan di 3 salên dawîn de dewam dikin.

Erdogan doza Filistînê ji xwe re bi kar anî da ku destwerdana xwe ya di dewletên Erebî de veşêre. Çavdêr diyar dikin ku Erdogan sloganên derewîn diavêje û aloziya Filistînê bi kar anî û bi wê bihaneyê hêrsa xwe li dijî serokê Amerîkayê nîşan da. Erdogan ji xwe re Îsraîl wek rêya sereke ya pereyan û sûka cîhanê dibîne, Îsraîl jî Tirkiyê wek kilît û cihekî stratejîk ji bo desthilatdariya li ser Rojhilata Navîn dibîne.

Maye ku em bêjin, şîrketên avahîsaziyê yên ku ji salên 1990`î ve baregehên niştecihên Îsraîlê li Filistînê ava dikin, şîrketên Tirkan in, mîna Şîrketa Yilmazlar ku di sala 2002`yan de peymana xwe bi Îsraîlê re nû kir.

(kn)

ANHA