HPG'ê nasnameya gerîlayekî eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayekî ku 4'ê Çileyê li Îdirê di dema çalakiyê de şehîd ket, eşkere kir.

HPG'ê nasnameya gerîlayekî eşkere kir
6 ÇILE, 2019   13:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand:

"Di daxuyaniya xwe ya 5'ê Çileya 2019'an de me ragihandibûn ku 4'ê Çileyê li dijî artêşa TC a dagirker  ku li derdora qereqola Axurî ya Îdirê derketibû operasyonê çalakî hatiye kirin û hevalê me Ozgur Ronî yê bi lehengî li dijî yekîneyên dijmin şer kir, şehîd bûye. Nasnameya hevalê me wiha ye:

Nasnav: Ozgur Ronî

Nav paşnav: Abdullah Aygun

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Çîgdem-Yûsûf

Dem û cihê şehadetê: 4'ê Çileya 2019'an / Îdir

OZGUR RONÎ

Hevalê me Ozgur Ronî sala 1995'an li navçeya Kopê ya Mûşê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Serî li ber zext û faşîzma TC'ê netewand û tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Hevalê me Ozgur ku rastiya dijmin nas kir, ji dil tevlî nava refên têkoşînê bû. Bi fedakarî, dilnizmî û dilpakiya xwe hate naskirin. Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst, bû yek ji wan hevrêyên me ku bi awayekî herî xurt têkoşiya. Heta kêliya dawî ji bo azadiya Kurdistanê şer kir.

Di şexsê malbata hevrêyê me Ozgur de em sersaxiyê li gelê Kurdistanê re dixwazin û careke din soz didin ku em ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin."