Meclîsa Odeya Endeziyaran a Qamişlo hat hilbijartin

Odeya Endezyaran a bajaraê Qamişlo di çarçoveya amadekariya lidarxistina kongreya Yekitiya Endizyarên herêma Cizîrê civîneke li dar xist û meclisa xwe ava kir.

Meclîsa Odeya Endeziyaran a Qamişlo hat hilbijartin
Meclîsa Odeya Endeziyaran a Qamişlo hat hilbijartin
Meclîsa Odeya Endeziyaran a Qamişlo hat hilbijartin
Meclîsa Odeya Endeziyaran a Qamişlo hat hilbijartin
Meclîsa Odeya Endeziyaran a Qamişlo hat hilbijartin
Meclîsa Odeya Endeziyaran a Qamişlo hat hilbijartin
5 ÇILE, 2019   19:06

QAMIŞLO

Civîn bi dirûşmeya "Endezyar pêşengên sereke yên civakê ne û serkêşên ber bi geşkirin û pêşketinê ne" li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin. Di civînê de endamên Yekitiya Endeziyaran a Qamişlo, endamên Komîteya Karkeran û Hevserokê Meclîsa Zagonsaz  a Herêma Cizîrê Hekem Xilo amade bûn.

Di civînê de rapora salane ya Odeya Endeziyaran a Qamişlo hat xwendin û li ser kar  û astegiyan nîqaş hatin kirin.

Di civînê de her wiha gelek pêşniyar wekî bernameya xebatên odeyê ji bo sala nû hatin kirin. ji wan; divê planên endeziyariyê li ser asta  herêma Cizîrê navendî bin, rola şûbeya buroyan wekî aliyekî tekane ku biryarên girêdayî buroyên endeziyarên taybet bigire divê were aktîvkirin, her wiha divê rola meclisên odeyê ya rêxistinkirin û koordînekirina bi dest, rêveberiyên sivl û saziyên din ên girêdayî rêveberiya xweser re werin aktîvkirin.

Edamê rêveber ê Odeya Endeziyaran Şevger Ebas rewşa siyasî nirxand û teqez kir ku rewşa niha û şertên şer bandor li ser endeziyaran ji aliyê avakirin û lêkirinê dike got: "Tevî zextên siyasî û şertên şer moralê endeziyaran bilind man û dest ji axa  xwe bernedan û têkoşîn kirin."

Ebas lê zêde kir û got"  Sûriye bû qada  şerekî  bi wekalan di navbera hêzên derve de,  ji destpêka Şoreşa Rojava heya niha dewleta Tirk  gefan li dijî neteweya demokratîk  dixwe û tevahî gelên herêmêm armanc digire, ji ber dîroka delewta Tirkiyê şahdiya komkujiyan dike, nîşaneya vê jî qirkirina bi milyonan ji gelên  Ermen, Suryan û Êzidî ye. Dewleta Tirkiyê  projeyê demokratîk li herêmê qebûl nake û armanca wê qirkirina kurdan e".

Ebas di dawiya axaftina xwe de got: "Divê gelê me zanibe ku berdêlê azadiyê giranbuha ye, lew re ji bo wê tê dikoşe. Bêyî vînake bi hêz û fedekariyan ne mumkine azadî pêk were."

Di dawiya civînê de ji bo hilbijartina meclisa odeyê dengdan pêk hat, di encamê de 10 hatin hilbijartin. Di civîna giştî ya bê de dê hevserokên meclisê bêne hilbijartin.

Hêjayî gotinê ye ku civînên wisa li Hesekê, Amûdê û Dêrikê werin lidarxistin wekî amadekariya lidarxistina Kongreya Endeziayaran a Herêma Cizîrê.

(dh)

ANHA