Şervanên QSD`ê bi sedan sivîlên din ji DAIŞ`ê rizgar kirin

Şervanên QSD`ê bi sedan sivîl ji herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de rizgar kirin û gihandin cihê ewle.

Şervanên QSD`ê bi sedan sivîlên din ji DAIŞ`ê rizgar kirin
Şervanên QSD`ê bi sedan sivîlên din ji DAIŞ`ê rizgar kirin
Şervanên QSD`ê bi sedan sivîlên din ji DAIŞ`ê rizgar kirin
5 ÇILE, 2019   10:31

DÊRAZOR

Pêşketina şervanên QSD`ê li herêma dawîn a di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ`ê de û rizgarkirina sivîlan ji zilm û zordariya çeteyan dewam dike.

Di dîmenekê de ku gihîştiye ajansa me, diyar dibe ku bi sedan sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, li eniya Hecîne hatin rizgarkirin. Her wiha di dîmenan diyar dibe ku çawa şervanên QSD`ê parastina wan dikin û xwarin û vexwarinê pêşkêşî wan dikin.

Çeteyên DAIŞ`ê bi sedan sivîlan li herêmên di bin dagirkeriya xwe de dihêle û wan wek mertalên zindî bi kar tîne.

(kc)

ANHA