‘Gefên Tirkiyê nikarin hevgirtina pêkhateyan lawaz bikin’

Konê çalakiya mertalên zindî ya Kobanê ku ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirkiyê li nêzî sînorê Tirkiye hatiye vedan, di roja 19`an de berdewam e. Bi sedan welatiyên Sûriyê ji herêmên cuda ref bi ref serdana kon dikin û piştgiriya kesên ku tev li çalakiyê bûne, dikin.

‘Gefên Tirkiyê nikarin hevgirtina pêkhateyan lawaz bikin’
‘Gefên Tirkiyê nikarin hevgirtina pêkhateyan lawaz bikin’
‘Gefên Tirkiyê nikarin hevgirtina pêkhateyan lawaz bikin’
‘Gefên Tirkiyê nikarin hevgirtina pêkhateyan lawaz bikin’
5 ÇILE, 2019   09:37

KOBANÊ

Tevî sermaya zêde jî bi sedan welatiyên Sûriyê ji herêmên cuda berê xwe didin konê çalakiyê û sekna xwe ya berxwedêr li hember gefên dewleta Tirk diyar dikin.

Li ser deriyê konê çalakiya mertalên zindî pankarta bi nivîsa "Gefên we hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lawaz nakin" hatiye darvekirin.

Li Kobanê konê mertalên zindî di 17`ê Kanûnê de li gundê Qeremox ê rojhilatê bajarê Kobanê hat vedan. Roja şemiyê kon anîn Kobanê û li ber navenda Hêzên Parastina Cewherî vedan. Navenda Parastina Hêzên Cewherî dikeve ser xeta sînor a navbera Kobanê û Tirkiyê. Rojane bi sedan şêniyên Kurd û Ereb, saziyên Rêveberiya Xweser berê xwe didin kon û çalakiyê bi israr berdewam dikin.

Di bin kon de nîqaş û nirxandinên siyasî li ser rewşa Sûriyê tên kirin. Her wiha gel bi çalakiyên çandî sekna xwe ya berxwedêr nîşan dide. Di saetên şevê de jî semîner tên dayîn.

Îro jî hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Arif Balî di kon de axivî û diyar kir ku gefên dewleta Tirk şerê taybet e. Balî armanca dewleta Tirk a dagirker wiha rave kir: “Dewleta Tirk dixwaze bi van gefan morala gel xirab bike. Lê ev armanc bi berxwedana me ya yekdestî bi bin dikeve.

‘Em ê bedel bidin, lê em ê azad bibin’

Dayika bi navê Fatima Oso jî ku tev li çalakiyê bûye, axivî û wiha got: “Îro em weke malbat bi sekneke berxwedêr bersiv didin dewleta Tirk. Em ê bi hev re di rojên çetin re derbas bibin, li ber xwe bidin û azad bibin. Yekitiya me Erdogan dişikîne. Em bi felsefeya rêber Apo serkeftinan bi dest dixin.”

Hevserokê Desteya Ciwan û Werzîşê Bozan Berkel jî diyar kir ku wan gelek dever azad kirine û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Dewletên dagirker dixwazin welatê me dagir bikin, lê em ê heta dawiyê şer bikin û gelên xwe azad bikin. Bi saya xwîna şehîdan me gelek herêm rizgar kirin û em ê heta dawiyê bi vîneke xurt li ber xwe bidin.”

 Çalakiya mertalên zindî berdewam e.

(şm-sn)

ANHA