Mijarên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro behsa şerê di navbera çeteyên Tirkiyê li bakurê Sûriyê de, serhildanên gel li Sûdanê û her wiha tevgerên Amerîkayê Ii Rojhilata Navîn kir.

Mijarên îro yên rojnameyên erebî
5 ÇILE, 2019   09:26

NAVENDA NÛÇEYAN

El-Ereb: Şerê tunekirinê yê di navbera birayên dijminên hev de li Bakurê Sûriyê di bin çavdêriya Tirkiyê de

Rojnameya El-Ereb behsa mijara Sûriyê kir û wiha nivîsand: “Ev çend roj e li Bakurê Sûriyê di navbera komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de şerekî giran rû dide. Di encamê de bi dehan şervan û sivîl hatin kuştin. Di vê demê de ku ev şer rû daye, gelek pirsan bi xwe re tîne; gelo hêzên derve li pişt van tevgeran in?”

Rojnameyê bi berdewamî wiha got: "Çavdêr dibînin ku dibe ev şer bi fermana Tirkiyê pêk tê. Ji ber ku Tirkiyê nekarî hevpeymana Soçiyê pêk bîne û li hember Rûsyayê di helwesteke zehmet de ye. Her wiha çavdêr dûr nabînin ku Tirkiyê ferman daye Heyet Tehrîr El-Şam ku heta niha di pişt perdeyê de destekê dide wê, êrîşî herêmên di bin kontrola Cebhe El-Weteniye Tehrîr de bike. Li gorî çavdêran armanca Tirkiyê ji vê yekê ew e ku mijara êrîşkirina bajarê Minbicê ji rojevê derxe.”

Her wiha çavdêr tînin ziman ku şerê li Bakurê Sûriyê li gorî berjwendiyên Tirkiyê ye, ji ber ku nekarî êrîşî Minbic an jî Rojhilatê Firatê bike.

Di heman demê de, rojnameyê ev nirxandin kir: "Komên çekdar ên Sûriyê berê jî tecrubeyên xwe yên biêş bi Tirkiyê re hene. Li gorî îtîfaqa Tirkiyê bi Moskovê re, komên çekdar sala 2016`an neçar man dev ji Helebê berdin. Her wiha Enqereyê ji bo vegerandina Xûtayê di bin kontrola rejîmê de, roleke mezin lîst.”

El-Heyat: Kurd hewl didin bi hevkariya Rûsyayê bi Esed re hevpeymaneke siyasî pêk bînin

Rojnameya El-Heyat jî behsa rewşa Sûriyê kir û wiha got: "Rayedarekî Kurd duh diyar kir ku Kurdên Sûriyê hewl didin ji bo hevkariya Rûsyayê hevpeymaneke siyasî bi Esed re pêk bînin. Bedran Çiya Kurd ji ajansa Reutersê re got rêveberiya ku Kurd serkêşiya wê dikin û piraniya herêmên Bakurê Sûriyê bi rê ve dibe, nexşerêyek ji bo pêkanîna hevpeymana bi Esad re pêşkêş kiriye û ew li benda Moskovê ne ku bersivê bide.”

Şerq El-Ewset: Huras El-Dîn êşeke nû ji Iraqê re ye

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsansdin: "Piştî ku xetereyeke mezin li Sûriyê çêkir, rêxistina ‘Huras El-Dîn’ ku sala par ji berhamiyên endamên komên girêdayî El-Qaîdeyê li bakurê rojavayê Sûriyê hate avakirin, niha zerarek gihandiye ewlehiya Iraqê.”

El-Ereb: Grevê rewşa Lubnanê bi giştî felc kir, di demekê de ku aloziya avakirina hikumetê didome

Têkildarî Lubnanê jî rojnameya El-Ereb wiha got: “Roja Înê li Lubnanê ji ber derengmayîna avakirina hikumetê û rewşa xerab a aborî, greva giştî bi beşdarbûna piraniya çînên civakê pêk hat.”

El-Heyat: Bi dehan çalakgeran li dijî hikumeta Sûdanê dirûşme berz kirin

Her wiha têkildarî rewşa Sûdanê jî rojnameya El-Heyat sernaveke xwe wiha nivîsand: “Bi dehan çalakgeran li Um Derman a nêzî paytexta El-Xertûm dirûşmeyên li dijî hikumeta Sûdanê berz kirin.”

El-Ereb: Pompeo ji bo dilrehetkirina hevalbendên xwe dê li Rojhilata Navîn danûstandinan bike

Têkildarî mijara Amerîkayê jî, rojnameya El-Ereb wiha got: “Rêveberiya serokê Amerîkayê Donald Trump hewl dide bandora neyînî ya vekişandina ji Sûriyê ne tenê li ser asta hundirê Amerîkayê, lê belê li ser asta têkiliyên bi hevalendên li herêma Rojhilata Navîn re kêm bike. Ev yek jî dê mijara sereke ya gera wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li herêmê be.”

(kc)